Hewlêr (Rûdaw) - 11 welatiyên Tirkiyeyê yên ku li Bexdaya paytexta Îraqê girtî ne, piştî mirina hevalekî xwe yê di baregeha polîsan de, bi rêya nameyeke ji Rûdawê re ji Enqereyê xwest ku bi hawara wan ve biçe.
Li hemberî vê yekê, Birêvebirê Ragihandinê yê Polîsê Resafeyê yê Bexdayê da zanîn ku li ser sedema mirina wî girtiyî dest bi lêpirsînê hatiye kirin, hemû girtî li ser daxwaza Înterpolê hatine girtin û rêkarên radestkirina wan didomin.
Ew 11 welatiyên Tirkiyeyê di nameya xwe ya bi îmzeya hemûyan de diyar dikin ku ji ber xerabiya mercên girtinê û nebûna çavdêriya bijîşkî, metirsî li ser jiyana wan heye.
Girtiyan destnîşan kir ku ev fikar bi taybetî piştî wê yekê zêde bûne ku hevalê wan ê bi navê Muhiyettîn Kiliç (68 salî) yê ji navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2yê Çiriya Paşîn di nava Baregeha Polîsan a Resafeyê ya Bexdayê de miriye.
Hevalên wî diyar dikin ku krîza dil li Muhiyettîn Kiliç xistiye û ew veneguhastine nexweşxaneyê.
Daxuyaniya Polîsê Bexdayê
Li ser rewşa wan girtiyan û sedema mirina Muhiyettîn Kiliç, Birêvebirê Ragihandinê yê Polîsê Resafeyê yê Bexdayê Huseyîn Elî Mezher ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Huseyîn Elî Mezher li ser îdiayên xemsariya bijîşkî got:
"Li ser mirina wî welatiyê Tirkiyeyê dest bi lêpirsînê hatiye kirin û encamên lêpirsînê dê rastiya rewşê zelal bikin."
Huseyîn Elî Mezher da zanîn ku Muhiyettîn Kiliç li ser daxwaza Tirkiyeyê û bi "bultena sor" a Înterpolê li ser tohmeta kuştinê dihat lêgerîn.
Birêvebirê Ragihandinê yê Polîsê Resafeyê eşkere kir ku Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Bexdayê ji mijarê agahdar e û da zanîn:
"Nûnerê Balyozxaneya Tirkiyeyê her tim di pêwendiyê de ye û hemû agahiyên pêwîst wergirtine.
Her wiha em li gel Înterpola navneteweyî jî li ser xetê ne.
Her dema ku rêkarên yasayî û îdarî yên dersînorkirin û veguhastina wan temam bibin, ew dê radestî Tirkiyeyê yan jî wan welatan bên kirin ên ku daxwaza wan kirine."
Huseyîn Mezher li ser çawaniya çûyîna wan kesan a Îraqê jî anî ziman:
"Ew bi awayekî fermî û yasayî hatine Îraqê û li nava Îraqê ti sûc nekirine lê di dosyeyên cuda de ji aliyê çend welatan ve, wekî Tirkiye, Îran û welatên din, bi fermana navneteweyî tên xwestin.
Beşek ji wan li ser dosyeyên wekî kuştinê tên xwestin.
Ji ber ku biyanî ne, li girtîgehê di beşa taybet a biyaniyan de tên ragirtin."

Nameya girtiyan: Hevalê me li ber çavê me mir
Her 11 welatiyên Tirkiyeyê di nameya xwe ya ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê de wiha dibêjin:
"Hevalê me li ber çavê me mir, em naxwazin bimirin.
Hûn li benda mirina çend kesên din ji me ne heta ku bi hawara me ve werin?
Di nava me de kesên bi nexweşiyên dil, şekir û tansiyonê hene û rewşa me ya tenduristiyê di bin metirsiyê de ye."
Wan girtiyan anî zimên ku Dadgeha Tawanan a Bexdayê û Dadgeha Bilind a Federal biryara radestkirina wan a Tirkiyeyê daye lê ji ber bersivnedana fermî ya Enqereyê, ew ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îraqê ve hatine ragirtin.
Wan her wiha eşkere kir ku 4ê Çiriya Paşîn Alîkarê Birêvebirê Înterpolê yê Îraqê çûye serdana wan û ragihandiye ku Bexdayê mehek berê hemû kar û bar temam kirine û li benda bersiva Enqereyê ye.




