Hewlêr (Rûdaw) - Piştî agirbesta 8ê Nîsanê ya Amerîka, Îsraîl û Îranê bi bêhtirî 85 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Agirbest hatiye ragihandin lê dîsa êrişên bi mûşek û dronan ên li Herêma Kurdistanê didomin.
Li gorî şopandina Rûdawê, piştî agirbestê bi 86 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ji wan êrişan 21 meha gulanê hatine kirin û 6 êriş jî di 7 rojên destpêka vê mehê de (hezîran) pêk hatine.
Ji 28ê Sibatê ve 864 êriş hatine kirin
Li gorî amarên komkirî yên Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi 864 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di van êrişan de 20 kes şehîd ketine û 135 kes jî birîndar bûne.
Dem û cihê êrişên vê mehê
2yê Hezîranê: Bi 2 mûşekan êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Dola Alaneyê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin û tenê zererên madî çêbûn.
7ê Hezîranê saet 05:00an: 2 dron li sînorê nahiyeya Bicîlê ya qezaya Akrê ya parêzgeha Dihokê ketin xwarê. Birêvebirê nahiyeyê ji Rûdawê re got ku ti zererên canî çênebûn.
7ê Hezîranê: Bi dronekê êrişî baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li Hewlêrê hat kirin.
Berpirsê pêwendiyên partiyê ji Rûdawê re got, "Ti zererên canî çênebûn lê zererên madî gelek in."
7ê Hezîranê: Bi dronekê êrişî baregeheke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Berpirsekî partiyê ji Rûdawê re got, "Dron ji aliyê balafirên hevpeymanan ve hat xistin û ti zerer çênebûn."
Li gorî parêzgehan hejmara êrişan
Hejmara êrişan a li gorî parêzgehan bi vî rengî ye:
Parêzgeha Hewlêrê: 588 êriş
Parêzgeha Silêmaniyê: 243 êriş
Parêzgeha Dihokê: 31 êriş
Parêzgeha Helebceyê: 2 êriş
Şehîd û birîndarên êrişan
Ji wan kesên ku şehîd ketine 7 Pêşmergeyên li sînorê Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê bûn.
Yek ji wan karmendekî Asayîşê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
Du kes hevjînên hev bûn û li mala xwe şehîd ketin.
Heşt kes Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn û yek jî kurê Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê bû.
Kesê din jî leşkerekî Fransayê yê li Hewlêrê bû.
Li gorî amarên Rûdawê, hinek ji birîndaran ev in:
29 Pêşmergeyên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge, 2 nobedarên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, nobedarekî Hotêla Tîtanîkê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek.
Her wiha di nav birîndaran de 18 sivîl jî hene.
Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê ne.



