Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, kesek bi karebayê ve ma û canê xwe ji dest da.
Mehmet Caymazê 41 salî dema li Wêranşarê li ber trafoya elektrîkê bû, bi karebayê va ma.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman Mehmet Caymaz bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Caymaz nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir.



