Hewlêr (Rûdaw) - Fuara 18emîn a Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê îro, 21ê Çiriya Pêşîn a 2026an, li Hewlêrê bi dirûşma “Ez Kurdistanî me” dest pê kir. Fuar dê heta 31ê Çiriya Pêşîn bidome.
Li gorî agahiyan, îsal zêdetirî 400 dezgehên çap, weşan û belavkirinê ji 18 welatan beşdarî fuarê dibin.
Di fuarê de zêdetirî milyonek sernavên pirtûkan di warên cuda de ji bo xwendevanan tên pêşkêşkirin.
Fuar di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de tê lidarxistin û ji aliyê Weqfa Meda ya Ragihandin, Çand û Hunerê ve, bi hevkariya Wezareta Çand û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Wêjekarên Îraqê û bi hemahengiya Komeleya Weşanger û Nivîskarên Îraqê, tê organîzekirin.
Pirtûkên bi zimanên cuda
Di fuarê de pirtûkên bi zaravayên Kurdî û her wiha bi zimanên Erebî, Îngilîzî, Fransî, Almanî, Farisî û Tirkî tên pêşkêşkirin.
Di fuarê de pirtûkên li ser wêje, felsefe, raman û zanistê cih digirin. Beşdariya weşanxaneyên ji welatên cuda derfetê dide xwendevanan ku berhemên nû yên cîhanê nas bikin.
“Ez Kurdistanî me” dirûşma vê salê ye
Dirûşma vê salê “Ez Kurdistanî me” ye. Li gorî ravekirina berpirsên fuarê, ev dirûşm nasname, dîrok, ziman, bîranîn, wêje, cil û berg, muzîk û hunera Kurdî jî dihewîne.
Di heman demê de, dirûşm girîngiyê dide jiyana hevbeş, cihêrengiya çandî û dan û standina di navbera çandên cuda de.
Fuar dê heta 31ê Çiriya Pêşîn berdewam bike
Li gorî agahiyên malpera fermî ya fuarê, pêşangeh dê ji 21ê heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2026an her roj ji saet 10:00ê sibehê heta 20:00ê êvarê ji mêvanan re vekirî be.
Cih: Parka Şehîd Samî Ebdulrehman, Hewlêr
Dîrok: 21 - 31ê Çiriya Pêşîn a 2026an
Demjimêr: 10:00 - 20:00



