Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Oliver Smith ji Rûdawê re ragihand ku divê li Serê Kaniyê xizmetguzarî ji nû ve dest pê bikin.
Smith got ku ev yek ji bo bicîhbûna malbatan û perwerdehiya zarokan pêwîst e. Îro jî 642 malbatên din ji kampên Newroz û Waşokanî ber bi Serê Kaniyê ve bi rê ketin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ji herêmê ragihandine, di vê karwanê nû de 4 hezar û 84 kes hene.
Ev malbat piştî salan ku di nav şert û mercên giran ên kampan de diman, niha ber bi mal û milkên xwe ve vedigerin.
Hat zanîn ku bi vî karwanê dawî re heta niha nêzîkî 3 hezar û 500 malbat vegeriyane ser axa xwe.
Berpirsê UNHCRyê Oliver Smithê ku ji nêz ve çavdêriya pêvajoya vegerê dike, bal kişand ser astengiyên li pêşiya xelkê û diyar kir ku hîn jî hinek malên welatiyan di bin dagirkeriyê de ne.
Smith destnîşan kir ku hikûmet li ser çareseriyên ku vegera mirovan hêsantir bike dixebite.
"Ji bo perwerde û xizmetguzariyan divê em bi hikûmetê re bixebitin"
Smith her wiha girîngiya jinûveavakirina binesaziyê û dabînkirina mafên bingehîn anî ziman û got:
"Ji bo ku li Serê Kaniyê perwerde û xizmetguzariyên din ên bingehîn ji nû ve dest pê bikin, pêwîst e em bi hikûmetê re kar bikin.
Vegera zarokan a ji bo dibistanan û dîtina çavkaniyên debarê ji bo malbatan gelekî girîng e."
Nîqaşa li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî
Li ser pirsa derbarê rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî, berpirsê UNHCRê diyar kir ku biryara di vê mijarê de girêdayî hikûmet û birêvebiriyên herêmî ye.
Oliver Smith anî ziman ku ew agahdar in ku zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê tê pêşkêşkirin û got ku hikûmet dê bi xelkê herêmê re bixebite da ku perwerdeya herî baş ji bo zarokan dabîn bike.


