Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 10 salî ji bo avjeniyê ket Çemê Dîcleyê lê li ber avê çû û xeniqî.
Muhammet Umut Kizilkayayê 10 salî û 2 hevalên xwe doh li gundê Herbecînê yê Amedê ji bo avjeniyê ketin Çemê Dîcleyê.
Piştî ku demekê avjenî kirin Muhammet Umut Kizilkaya li ber avê çû û hevalên wî xizmên xwe yên li gund û Navenda Banga Lezgîn-112 agahdar kirin.
Muhammet Umut ji aliyê xelkê ve ji çem hat derxistin lê canê xwe ji dest dabû.
Termê Muhammet Umut ji bo karên otopsiyê birin mirîxaneya Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.
Derbarê bûyerê dest bi lêkolîn hat kirin.



