Hewlêr (Rûdaw) - Arif Qurbanî bi gotinên, “Te tola bişirînbexşîna wan hemû salan ji me hilda, tu dizanî te çi azar xist dil û derûniya me, tu dizanî te bi qasî hemû kenên xwe rondik bi me dan rijandin” xatirê xwe ji Helkewt Ezîz xwest.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser Bexda û Besreyê di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kiribû.
Nivîskar û rewşenbîrê Arif Qurbanî hestên xwe yên ji bo Helkewt Ezîz wiha anîn zimên:
“Tu çûyî û te ji me re negot di vê dem û dewrana tal de, te çawa karîbû ew qasî şêrîn bî. Te em tenê hiştin û te ji me re negot sira wê rûgeşiya te çi bû, te sêhra devbikeniya xwe ya timî wekî nehêniyekê bir bin axê û ji ti kesî re eşkere nekir.
Tê bîra te cara yekem berê li Kerkûkê te di kanaleke din de kar dikir, tu û Herdî wekî du kesên jêhatî yên nav qada ragihandinê hatibûn, te qala dilgiranî, xem û bêhêvîbûna xwe ya li cihê karê xwe ji min re kir ku rêzê li keda we nagirin.
Lê te ew qasî bi rûkenî û bişirînê dilgiraniyên xwe tanîn zimên, min ji te re got tu henekan dikî yan bi rastî tu ew qasî dilgiran î ku eger biryar be tu her li wir bimînî tu dê dev ji kar û pîşeya xwe berdî. Ez bi Rûdawê re axivîm da ku ji bo xizmeta Kerkûkê sûdê ji şiyana we wergire.
Her wê demê ez têgihîştim ku tu ji me, ji piraniya nava civakê ciwantir ji jiyanê têgihîştibûyî. Te zanîbû û te baş hest bi pûçiya serdemê kiribû, ji ber wê jî te biryar dabû ku tu xem û êşên xwe jî bikî haveynê şadkirina derdora xwe. Her wiha tu mayî heta wê kêliya ku te em tenê hiştin lê herî dawî te tola bişirînbexşîna wan hemû salan ji me hilda, tu dizanî te çi azar xist dil û derûniya me, tu dizanî te bi qasî hemû kenên xwe rondik bi me dan rijandin.
Xweda bi te re be, ew mirina te ya bi ciwanî pîroz be, tu hêjayî wê yekê bûyî ku tu şînê bixî hemû mal û dilê hemû Kurdên xwedîwîjdan.”



