Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin, peyameke sersaxiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re şand.
Maxim Rubin di peyama xwe de ragihand, "Helkewt Ezîz nîşana niştimanperweriyê û mînaka çavdêrekî dilsoz û bêalî bû."
Konsulê Giştî yê Rûsyayê di peyama ku ji malbat û kesûkarên Helkewt Ezîz û Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin de wiha dibêje:
"Konsulxaneya Giştî ya Federasyona Rûsyayê ya Hewlêrê sersaxiyê ji Kanala Rûdawê, malbat û kesûkarên nûçegihan û birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz re dixwaze."
"Em serê xwe li ber bîranîna wî ditewînin"
Maxim Rubin di peyama xwe de destnîşan kir:
"Di vê roja tijî xem de em hemû Helkewt Ezîz bi bîr tînin û serê rûmetê li ber bîranîna wî ditewînin."
Wî her wiha anî zimên, ew rojnameger "nîşana niştimanperweriyê û mînaka çavdêrekî dilsoz û bêalî bû."
Konsulê Giştî yê Rûsyayê di dawiya peyama xwe de hevxemiya xwe diyar kir û got:
"Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku sebir û aramiyê bide malbat û hevalên wî û giyanê rehmetî bi bihuşta pak şad bike."
Li Kerkûkê hat veşartin
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser Bexda û Besreyê di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kiribû.
Cenazeyê wî îro li Goristana Rehîmawayê ya bajarê Kerkûkê hat veşartin.



