Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) sersaxî ji Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re xwest.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser rêya Bexda û Besreyê di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kiribû.
Ofîsa Ragihandinê ya ENKSyê ji bo koça dawî ya Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Di peyama ENKSyê de hat destnîşankirin ku Helkewt Ezîz jiyana xwe ji bo doza Kurdan terxan kiribû û koça wî ya zû windahiyeke mezin e.
Peyama sersaxiyê ya Ofîsa Ragihandinê ya ENKSyê:
"Xwişk û birayên hêja yên di birêvebiriya Tora Medyayî ya Rûdawê de.
Me bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya rojnamegerê kanala we ya rêzdar, bira Helkewt Ezîz bihîst ku di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kir.
Wî jiyana xwe ji bo xizmetkirin û parastina doza Kurdan terxan kiribû, lewma ev koça wî ya zû û diltezîn ji bo me hemûyan windahiyeke mezin e.
Em wekî Ofîsa Ragihandinê ya Encumena Niştimanî ya Kurd, hevxemiya we parve dikin.
Em sersaxiyê ji malbat, xizm û hevkarên wî yên li Tora Medyayî ya Rûdawê re dixwazin.
Em ji Xwedê hêvî dikin ku wî bi rehma xwe şad bike, wî bi şehîd û rastgoyan re qebûl bike û sebir û aramiyê bide we.
Em ji bo wî rehm û bihuştê, ji bo we jî silametî û sebrê dixwazin."



