Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Awdenanê ya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, bavekî kurê xwe bi çekê kuşt û li tawanê xwe mikur hat.
Birêvebirê Polîsên Awdenanê Cewad Ehmedî ragihand, "Welatiyekî 36 salî ji ber pirsgirêkeke malbatî ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin.
Piştî ku hêzên me çûn cihê rûdanê û lêkolîn kir, eşkere bû ku beriya rûdanê di nav malbatê de nîqaş derketiye û pişt re bav bi çekê kurê xwe kuştiye."
Cewad Ehmedî da zanîn ku bav di lêpirsîna destpêkê de li xwe mikur hatiye ku wî kurê xwe kuştiye.
Bav destnîşan kiriye ku wî "ji ber pirsgirêkeke malbatî ew tawana kiriye."
Cewad Ehmedî eşkere kir ku wan li cihê rûdanê dest daniye ser wê çeka ku tawan pê hatiye kirin.



