Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îdarî ya Amedê daxwaza malbata Şêx Seîd a ji bo danîna navê wî li ser bulvarekê red kir.
Navê vê rêya sereke û mezin a ku her du navçeyên Amedê Yenîşehîr û Farqînê digihîne hev, beriya 3 salan jî Rêya Şêx Seîd bû.
Biryara danîna navê Şêx Seîd sala 2011an di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû standin.
Lê sala 2023yan ji ber nerazîbûna nijadperestên Tirk, Parêzgariya Amedê ev biryar nepejirand.
Li ser vê yekê malbata Şêx Seîd ji bo pejirandina vî navî serî li Dadgeha 2yemîn a Îdarî ya Amedê da.
Dadgeha Îdarî bi hinceta ku navê Şêx Seîd di civakê de navekî "hevpar" nîne û dibe ku bibe sedema aloziyan, daxwaza malbatê red kir.
"Navê Şêx Seîd di nava Kurdan de pîroz e"
Nevîçirkê Şêx Seîd Ensar Firat li ser biryara dadgehê nerazîbûna xwe nîşan da û got:
"Dadgehê gotiye ku navê Şêx Seîd efendî navekî muteber (rêzdar) nîne û aciziyan çêdike.
Lê navê Şêx Seîd efendî di nava Kurdan de navekî pîroz û muteber e. Ew rêberê me ye. Em biryareke wiha qebûl nakin."
"Dadgehê dilê nijadperestan xweş kir"
Parêzerê malbata Şêx Seîd Mehdî Ozdemîr jî anî zimên ku biryara dadgehê biryareke siyasî ye û dadgehê bi vê yekê dilê nijadperestan xweş kiriye.
Mehdî Ozdemîr li ser mijarê got, "Dadgehê bi vê biryara xwe li Tirkiyeyê dilê wan Tirkan xweş kiriye ku bi hestên nijadperestiyê dijîn û dilê şovenîstan xweş kiriye.
Di heman demê de nêrîna civaka Kurd û hemû kesên ku li Kurdistanê dijîn û qedr û qîmetekî mezin didin Şêx Seîd, tune hesibandiye."
Ji ber ku navê Şêx Seîd nehat pejirandin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê navê "Rêya Azadiyê" (Ozgurluk Bulvari) li wê rêyê kir.


