Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd a
li Sûriyeyê (ENKS) yê li Şamê Mehabad Tezyanî ragihand ku Benda 14an a
Daxuyaniya Destûrî ya nû ya Sûriyeyê hîn di warê pratîk de neketiye meriyetê û
ti biryareke fermî ji bo qedexekirina partiyên Kurdî derneketiye.
Tezyanî her wiha diyar kir ku tevgera Kurdî zêdetirî 70 sal
in heye û ew dest ji maf û nasnameya xwe ya neteweyî bernadin.
Benda 14an a Daxuyaniya Destûrî ku ji aliyê serokatiya
Sûriyeyê ve hatiye derxistin, avakirina partiyan li ser bingeha neteweyî, olî û
mezhebî qedexe dike.
Bi vê bendê re, di nav çavdêran de gumanên mezin derbarê zêdetirî
60-70 partî û tevgerên siyasî yên Kurdan çêbûn.
"Benda 14an hîn di asta nîqaşê de ye"
Li ser metirsiya qedexekirina partiyên Kurdî, Tezyanî eşkere
kir ku ev mijar hîn di qonaxa dan û standinan de ye û got:
"Ev yasa hîn neketiye rojeva pratîk û bi awayekî fermî
ti partiya Kurdî nehatiye qedexekirin. Mercên ku hatine behskirin bêhtir ji bo
avakirina partiyên nû ne.
Tevgera siyasî ya Kurdan ji sala 1957an ve hatiye damezrandin
û xwedî dîrok û bingeheke kûr a neteweyî ye.
Lewma ev şert û merc bi hêsanî li ser partiyên Kurdî nayên
ferzkirin û dê bibin sedema nerazîbûneke mezin."
Li ser pirsa "Gelo partiyên Kurdî amade ne ji bo
destûra fermî nav û bernameyên xwe biguherin?", nûnerê ENKSyê wiha got:
"Wekî nêrîna xwe ya şexsî dibêjim, em qet dest ji mafên
xwe yên neteweyî bernadin lê eger ev bend bikeve meriyetê, hingê divê kongre û rêveberiya
partiyan bi biryareke giştî û hevpar helwesta xwe diyar bikin."
Hevdîtinên li gel berpirsên Şamê
Mehabad Tezyanî diyar kir ku pêwendiyên wan ên li Şamê bi
rêkûpêk didomin û heta niha bi Wezareta Karên Derve, berpirsên siyasî û
serokatiya Sûriyeyê re civiyane.
Wî bal kişand ser wê yekê ku mafên Kurdan di çarçoveya
destûrî de tên xwestin û got:
"Di qada siyasî de maf nayê bexşandin, divê mirov bi
xwe beşdar be û mafê xwe bistîne. Kurd li Sûriyeyê xwedî dîrok, maf û dozeke
rewa ne."
"Pêwîst e birêvebiriya Kurdan a li Şamê bi hêz
be"
Nûnerê ENKSyê her wiha amaje bi hevdîtinên xwe yên li gel
partî û aliyên din ên mixalefetê û tevgerên siyasî yên Sûriyeyê kir û got ku
hemû alî li ser wê yekê yekdeng in ku bêyî Kurdan çareseriyeke ji bo paşeroja
Sûriyeyê pêk nayê.
Di dawiya axaftina xwe de, Mehabad Tezyanî bangî tevgera
siyasî ya Kurdan kir ku li paytextê hebûneke wan a xurt hebe:
"Pêwîst e di vê qonaxa hestyar de birêvebiriya Kurdan
bi hemû hêza xwe li Şamê be, hevalbendên xwe zêde bike û bi rêya dîplomasî û
diyalogê xelkê Sûriyeyê qanih bike ku naskirina mafên Kurdan di berjewendiya
hemû welêt de ye."
.jpg&w=3840&q=75)

