Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskar Arjen Arî di 14emîn salvegera koça xwe ya dawî de li ser gora xwe ya li Amedê hat bibîranîn.
Merasîma bibîranînê li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê hat lidarxistin.
Malbata Arjen Arî, hezkirên wî û gelek nivîskar û wêjehez beşdarî bernameya bibîranînê bûn.
"Ew aşiqê Kurdî bû"
Xwişka Arjen Arî Necla Akayê di merasîmê de axivî, bal kişand ser hişmendiya welatparêziyê ya Arjen Arî û got:
"Ew aşiqê Kurdî bû. Helbestên wî gelekî taybet bûn. Helbestvanên ciwan li ser wî dinivîsin û berhemên wî parve dikin, ev yek me gelekî kêfxweş dike."
"Ked û hunera wî dijî"
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay jî li ser gora Arjen Arî axivî û destnîşan kir ku Arî xizmeteke mezin ji bo ziman, çand û hunera Kurdî kiriye.
Emîn Ay wiha axivî:
“Arjen Arî heta henaseya xwe ya dawî êş û şahiyên vî gelî anîn zimên. Ew ti carî ji nav me neçû. Ked û hunera wî dijî û dê bijî.
Wî sala 2008an di çalakiyekê de helbestek xwend, min di wê helbestê de jiyana xwe dît. Ziman û hunereke wî ya wisa hebû ku bandor li gel dikir.
Em dê xwedî li bîranîn û keda wî derkevin û hêzê jê wergirin.”
Piştî axaftinan, beşdarên din jî behsa têkoşîna Arjen Arî ya ji bo ziman û çanda Kurdî kir û bangî her kesî kir ku xwedî li vê têkoşînê derkevin.
Merasîma bibîranînê bi danîna kulîlkan a li ser gora helbestvan bi dawî bû.
.jpg&w=3840&q=75)


