Hewlêr (Rûdaw) - Tevî rawestandina şer a li herêmê, li gorî şopandina Rûdawê, di 30 rojên çiriya pêşîn de bi 5 dron û 4 mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hate kirin.
Li gorî meha borî, hejmara êrişan ji nîvî zêdetir kêm bûye.
Êrişên vê mehê hemû li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li parêzgeha Hewlêrê bûn.
Li gorî daxuyaniyên berpirsên wan partiyan ên ji bo Rûdawê, ji bilî zererên madî ti zirera canî çênebûye.
Li gorî amarên Rûdawê, ji destpêka şer a 28ê Sibatê ve heta îro, bi giştî bi 1021 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.
Êrişên meha Çiriya Pêşîn
Êrişên meha Çiriya Pêşîn ev in:
- 8ê Çiriya Pêşîna 2026an: Li nêzîkî gundê Topzawayê yê parêzgeha Hewlêrê bi 2 dronan êrişî partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.
- 12ê Çiriya Pêşîna 2026an: Li qezaya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê bi 2 dronan êrişî Baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) hat kirin.
- 21ê Çiriya Pêşîna 2026an: Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku li Geliyê Balîsanê yê parêzgeha Hewlêrê bi 4 "mûşekên balîstîk" êrişî baregeheke wê partiyê hatiye kirin.
- 24ê Çiriya Pêşîna 2026an: Li Geliyê Alaneyê yê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bi dronekê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hat kirin.
Êrişên mehên borî
Li gorî amaran, di mehên berê de rewşa êrişan bi vî awayî bû:
Îlon: Bi 23 dron û 6 mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatibû kirin. Ji wan 18 dron û mûşekek li ser parêzgeha Hewlêrê, 4 dron û 5 mûşek li parêzgeha Silêmaniyê bûn û mûşekek jî li parêzgeha Helebceyê ketibû xwarê.
Tebaxê: Bi 22 dron û mûşekan êriş hatibû kirin.
Tîrmeh: Bi 88 dron û mûşekan êriş hatibû kirin.
Hezîran: Bi 16 dron û mûşekan êriş hatibû kirin.
Ji destpêka şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê yê 28ê Sibatê ve heta 30ê Çiriya Pêşîna 2026an, li gorî parêzgehan hejmara êrişan wiha ye:
Parêzgeha Hewlêrê: 703 êriş
Parêzgeha Silêmaniyê: 282 êriş
Parêzgeha Dihokê: 31 êriş
Parêzgeha Helebceyê: 5 êriş
Ziyanên canî yên êrişan
Di encama van hemû êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye:
- 7 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê li navçeya Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê şehîd ketin.
- Karmendekî Asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd bû.
- Jin û mêrek li mala xwe hatin şehîdkirin.
- 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kurê pêşmergeyekî şehîd bûn.
- Du kesên din jî leşkerekî Fransayê û leşkerekî Amerîkayê bûn ku li Hewlêrê şehîd bûn.
Li gorî amara Rûdawê, 156 kes jî birîndar bûne ku di nav wan de ev kes hene:
29 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge û 2 parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Hotêla Titanîcê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Sivîl a Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî, 3 kes di êrişa Taslûceyê ya li Silêmaniyê de û polîsek.
Her wiha di nav birîndaran de 18 sivîl hene. Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayî yên li Hewlêrê ne.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
