Hewlêr (Rûdaw) - 10emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê ya Kerkûkê bi beşdariya 17 welatan û pêşkêşkirina 16 lîstikan, li ser navê nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz tê lidarxistin.
Serokê Festîvalê Nejad Necim ragihand ku li seranserê Îraqê yekem car e ji bo lîstika herî baş 3 hezar dolar xelat tê dayîn.
Serokê Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê ya Kerkûkê Nejad Necim li ser festîvalê ji Rûdawê re axivî û got:
"Demsala 10emîn a festîvalê dê bi dirûşma '10 Sal li Kolanê û di Nav Gel de' bi rê ve biçe. Me îsal navê dostê xwe û hunermendê şanoyê Helkewt Ezîz da festîvalê yê ku piştî qezayeke trafîkê koça dawî kir.
Roja pêşî ya festîvalê dê merasîmeke bîranînê ji bo wî bê lidarxistin."
Vekirina festîvalê li ber Deriyê Silêmaniyê ye
Li gorî agahiyên ku Nejad Necim dane, vekirina festîvalê dê li ber deriyê sereke yê ketina Silêmaniyê ya Kerkûkê bê lidarxistin.
Bi beşdariya nêzîkî 2 hezar kesî meşeke mezin a komî, çalakiyên çandî, hespên xemilandî û karwanekî otomobîlên klasîk dê derkevin pêşberî temaşevanan.
Li cihê vekirinê 3 berhemên şanoyê dê bên lîstin û helbestvan Helo Şêrko Bêkes dê helbestan bixwîne.
Tê payîn ku Wezîrê Çandê yê Îraqê, Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê û wezîrên Kurd ên di kabîneya Bexdayê de beşdarî festîvalê bibin.
Ji bo lîstika herî baş 3 hezar dolar xelat
Serokê Festîvalê Nejad Necim li ser xelata festîvalê jî got:
"Îsal cara yekem e ji bo pêşandana herî baş 3 hezar dolar xelat tê dayîn. Ji xeynî Urdin û Umanê, ev xelat ne tenê li Îraqê, li gelek welatên herêmê jî di warê şanoya kolanê de gaveke pêşî ye."
Festîvala ku bi piştgiriya Zanîngeha Kîtabê tê lidarxistin dê 3 rojan li Kela Kerkûkê, navenda bajêr, kampusa Zanîngeha Kîtabê û Navenda Çandê li benda hezkirên hunerê be.
Tevî lîstikên şanoyê dê panel û atolye jî bên lidarxistin. Her wiha dê ji bo 4 kesayetên navdar ên sînema û rêzefîlman ên ji Misir û Îranê û ji bo hejmareke zêde ya hunermendên Kurdistan û Îraqê Xelata Zêrîn a festîvalê were dayîn.
Beşdariya ji 17 welatan
Li gorî agahiyên Rûdawê, di sala 10emîn a festîvalê de li gel komên şanoyê yên ji Îraq û Herêma Kurdistanê, ji welatên wekî Fransa, Polonya, Tirkiye, Îran, Arjantîn, Spanya, Rûsya, Filistîn, Brezîlya û Tûnisê jî hunermend dê beşdar bibin.
Di bernameya festîvalê de berhemên navneteweyî yên wekî ji Fransayê "Helbesta Pesnê", ji Polonyayê "Keçika Biçûk a Niftikfiroş", ji Tirkiyeyê "Adole", ji Arjantînê "Menjones" û ji Rûsyayê "Colombina' hene.
Îran jî bi taybetî bi lîstikên "Gelawêj" û "Sêva Spî" bi çend berheman dê beşdar bibe.
Berhemên nû yên Îraq û Herêma Kurdistanê
Ji Îraqê lîstikên bi navên "Benên Demê" û "Straneke Nerm" dê werin pêşandan. Komên ji Herêma Kurdistanê jî dê berhemên xwe yên nû yên bi navên "Protokol", "Li Pişt Deriyên Girtî" û "Birîndar" pêşkêş bikin.
Komîteya nirxandinê hat diyarkirin
Komîteya dadweran a ku dê di sala 10emîn a festîvalê de her 16 lîstikan binirxîne û xelatan diyar bike, ji 5 akademîsyen û hunermendên navdar pêk tê.
Serokatiya komîteyê dê hunermendê navdar Şiwan Atûf bike û Dr. Eymen Şêwî, Natalia Surkova, Fîras Xelîl û Dr. Samer Erbîd jî wekî endamên komîteyê dê cih bigirin.
Nejad Necim diyar kir ku ev komîteya pispor dê li gorî pîvanên derhênerî, lîstikvanî û sêwirandina sehneyê "pêşandana herî baş" hilbijêre.
Meha hezîranê koça dawî kir
Nûçegihanê pispor ê Rûdawê û Nûnerê Bexdayê Helkewt Ezîz 8ê Hezîrana 2026an li ser rêya Bexda-Besrayê parêzgeha Dîwaniyeyê di qezayeke trafîkê de bi giranî birîndar bibû û tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê nehatibû rizgarkirin.



.jpg&w=3840&q=75)