Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Germiyanê ragihand ku li navçeya Kifriyê kesekî bi çek ê ku di dema nimêja înê de li ser navê DAIŞê nameyên gefxwarinê ji çend meleyan re dabû, hatiye desteserkirin.
Ew tohmetbar îro di dema nimêja înê de çûye nav mizgeftên navçeya Kifriyê û kaxezek daye destê meleyan ku li ser "Dewleta Îslamî" hatiye nivîsandin.
"Guman heye ku pêwendiya wî bi DAIŞê re hebe"
Berdevkê Polîsê Germiyanê Soran Mihemed Xerîb li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:
"Li Kifriyê, kesekî 18 salî bi demançeyekê ve hat girtin. Ev kes ji ber ku gef li çend mizgeftan xwaribû, guman heye ku pêwendiya wî bi DAIŞê re hebe."
Tohmetbar radestî Asayîşê hat kirin
Berdevkê Polîsê Germiyanê her wiha da zanîn ku derbarê bûyerê dosyayeke lêpirsînê hatiye vekirin.
Ji bo lêkolîna zêdetir û eşkerekirina rastiyan, tohmetbar radestî hêzên Asayîşê hatiye kirin.


.jpg&w=3840&q=75)