Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ragihand ku bêyî beşdariya Kurdan aramî li Sûriyeyê pêk nayê.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi xelkê bajarên Rimêlan û Girkê Legê yên Rojavayê Kurdistanê re civiya.
Mezlûm Ebdî di civînê de qala geşedanên dawî kir.
Her wiha wî bipêşketinên di pêvajoya entegrasyonê de û rewşa perwerde û ewlehiyê nirxandin.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku li gorî peymanên çêbûyî, xebatên li ser çareserkirina hemû dosyeyan didomin.
Birêvebiriyeke hevbeş û bihevrejiyan
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku parêzgeha Hisîçayê bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe tê birêvebirin.
Wî diyar kir ku xelkê parêzgehê ji bo modela bihevrejiyanê û birêvebiriyeke hevbeş gelekî baldar e.
Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de da zanîn ku ew aliyên dixwestin projeya entegrasyonê xera bikin têk çûne.
Wî anî zimên ku yekrêziya Kurdan û hevgirtina pêkhateyan ji bo serxistina entegrasyonê bingeheke girîng e.
Li gorî Mezlûm Ebdî, piştgiriya van destkeftiyan dê parêzgehê biparêze û xurt bike.
Dosyeya Kurdan û aramiya Sûriyeyê
Mezlûm Ebdî li ser dosyeya Kurdan jî axivî û da zanîn ku dosyeya Kurdan bi vîn û nasnameyeke zelal derbasî nav saziyên dewletê bûye û wiha domand:
"Dewlet dizane ku aramiya Sûriyeyê bêyî beşdariya Kurdan pêk nayê.
Hebûna Kurd, Ereb, Suryan û Ermeniyan a li kêleka hev vê vînê xurt dike û piştgiriyê dide aramiya welêt."
Aqûbeta windayan û Kembera Ereban
Mezlûm Ebdî li ser dosyeya windayan jî diyar kir ku komîteyeke taybet heye.
Ev komîte bi xurtî dixebite da ku aqûbeta windayan eşkere bike û cihê wan diyar bike.
Her wiha wî bal kişand ser xebatên vegerê û got ku ji bo vegera xelkê ya bi ewle xebat didomin.
Di dawiyê de Mezlûm Ebdî li ser doza Kembera Ereban jî axivî.
Wî anî zimên ku ev doz xwedî karekterekî hiqûqî ye.
Li gorî gotina wî, di çarçoveya qanûnî de xebatên li ser çareserkirina vê dozê didomin.


