Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) û Zanîngeha Erdexanê, li ser bandora guherîna avhewayê ya li ser Gola Wanê û Gola Erçekê lêkolînê dikin.
Xwendekar dê encamên nimûneyên avê bi saziyên pêwendîdar re parve bikin.
Xwendekarên dildar ên ku endamên komên TEMAyê ne, beriya du mehan dest bi xebateke hevpar kir.
Wan di çarçoveya projeyekê de ji bo parastina çavkaniyên avê dest bi lêkolînê kir.
Ev projeya avhewayê ji aliyê Wezareta Ciwan û Werzişê ya Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin.
Xwendekarên ji Erdexanê çûn Wanê û bi xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê re li 6 xalên cuda yên her du golan nimûneyên avê wergirtin.
Gola Wanê û Gola Erçekê malxwebûna gelek cureyên çûkan dikin, bi taybetî jî flamîngoyan.
“Guherîna avhewayê bandorê li seranserê cîhanê dike”
Mamosteya Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya YYUyê Dr. Ayşegul Feray Gokdereyê da zanîn ku guherîna avhewayê bûye pirsgirêkeke mezin û got:
“Bandora guherîna avhewayê ne tenê li vir, li seranserê cîhanê tê dîtin. Beşdariya ciwanan a di vê pêvajoyê de gelekî girîng e. Zanîn û hişyarî ji kesan dest pê dike û belav dibe.”
Nimûneyên avê tên analîzkirin
Mamosteyê Beşa Berhemên Avê ya YYUyê Doç. Dr. Ataman Altug Atici jî diyar kir ku ji ber germbûna global pileyên germê û rêjeya hilmê zêde bûne.
Atici destnîşan kir ku ev rewş dibe sedema kêmbûna avê û anî zimên:
“Me ji golan nimûneyên avê girtin. Em dê wan di laboratuvarê de analîz bikin. Em li maddeyên ku dibin sedema qirêjiya avê û zêdebûna zîndewerên biçûk dikolin.”
Dê raporek were amadekirin
Serokê Koma TEMAyê ya Ciwanan a YYUyê Îbrahîm Aka jî eşkere kir ku ew dixwazin rîska hişkesaliyê ya li Gola Erçekê diyar bikin û got:
"Em dê di qonaxa dawî de raporeke berfireh amade bikin. Ev dê ji bo her du golan jî gelekî bikêr be."
Tê plankirin ku rapora dawî bi Parêzgariya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Rektoriya YYUyê û rêxistinên sivîl re were parvekirin.
Xwendekarê bi navê Omer Tuncay Turkmenoglu yê ku ji Erdexanê çûye Wanê jî got ku wî yekem car Gola Wanê dîtiye û divê xebatên ekolojîk li her derê werin kirin.


