Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Esnaf û Pîşesazan a Colemêrgê Muharrem Tekîn ji bo Rûdawê ragihand ku sala 2026an li seranserê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 180 dikan hatine girtin.
Muharrem Tekîn diyar kir ku tê pêşbînîkirin ev hejmar her ku diçe zêdetir bibe.
Wî her wiha da zanîn ku li seranserê parêzgehê rêjeya herî zêde ya girtina dikanan li navçeya Geverê ye.
Sedemên girtina dikanan
Muharrem Tekîn sedemên sereke yên girtina dikanan bi qeyrana aboriyê ve girê da û got ku bilindbûna kirêyan, zêdebûna baca salane, lêçûnên zêde yên SGKyê, bihabûna kel û pelên bazirganiyê û zêdebûna mesrefên veguhastinê esnaf xistine nav tengasiyeke mezin.
Tekîn her wiha destnîşan kir ku esnaf û bazirganên ku dixwazin ji bo berdewamkirina karê xwe serî li krediyên bankan bidin jî nikarin krediyê wergirin.
Ji ber ku rêjeya faîza krediyan pir bilind e û wergirtina krediyeke bi vî rengî tê wateya zerereke mezin.
"3 deriyên sînorî wekî pêwîst naxebitin"
Serokê Jûra Esnaf û Pîşesazan a Colemêrgê got ku li parêzgeha Colemêrgê 3 deriyên sînorî hene lê mixabin ew wekî pêwîst naxebitin da ku xelkê herêmê sûdê jê wergire.
Wî diyar kir ku çalakkirina wan her sê deriyan dê tevgera bazirganiyê li seranserê parêzgehê zindî bike û aboriya Colemêrgê bi pêş bixe.
Muharrem Tekîn destnîşan kir ku ji bo çalakkirina wan deriyan divê rê bên firehkirin û binesaziya deriyan bê nûkirin.
Tekîn anî zimên ku pergala heyî têra pêdiviyên bazirganiyê nake û derî niha tenê ji bo hat û çûna rêwiyan tên bikaranîn lê eger rê û avahiyên wan bên amadekirin, dê deriyên sînorî hem ji bo rêwiyan hem jî ji bo bazirganiyê bibin çavkaniyeke mezin a debara jiyanê.
Li ser rêyên ku wan deriyan bi navçe û bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve girê didin jî Tekîn diyar kir ku wan sala 2026an daxwazên xwe gihandine Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat û wezaretê soz daye ku ew rê heta sala 2028an bên temamkirin.
Bexda rê nade deriyê Zêdê
Muharrem Tekîn eşkere kir ku wan ji rayedaran xwestiye deriyê Zêdê yê li navbera bajarokê Rûbarokê û birêvebiriya serbixwe ya Soranê ji bo wesayîtan jî bê vekirin lê Hikûmeta Bexdayê destûrê nade ku wesayît û otomobîl tê re derbas bibin.
Tekîn da zanîn ku 12 sal in deriyê Serzêrê û 4 sal in deriyê Zêdê hatine vekirin lê tevî tengbûn û xirabiya rêyên her du deriyan, deriyê Zêdê heta niha jî ji bo derbasbûna wesayîtan nehatiye vekirin.
Welatî koçî bajarên rojava dikin
Muharrem Tekîn anî zimên ku li herêmê xelk zêdetir bi ajeldarî û cotkariyê debara xwe dike lê ji ber rewşa erdnîgarî û avhewayê, derfeta çandinî û ajeldariya bazirganî gelekî kêm e.
Lewma xelk neçar e xwe bispêre bazirganiya li ser sînoran ku ew jî gelekî lawaz e.
Tekîn bal kişand ser bêkariyê û got ku ji ber nebûna derfetên kar gelek welatî neçar dimînin koçî bajarên rojavayê Tirkiyeyê bikin.
Wî got ku ew esnafên li herêmê mane jî her roj zererê dibînin û hejmara dikanên tên girtin zêde dibe.
Banga li Hewlêr û Enqereyê
Muharrem Tekîn di dawiya axaftina xwe de bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji bo hêsankirina kar û barên bazirganiyê û çareserkirina pirsgirêka rê û binesaziya deriyên sînorî gavan bavêjin da ku bazirganî xurt bibe û xelkê Colemêrgê sûdê jê wergire.
.jpg&w=3840&q=75)


