Qamişlo (Rûdaw) - Desteya Xwendina Bilind a Sûriyeyê biryar da ku Zanîngeha Rojavayê bi Zanîngeha Feratê ya li Dêrezorê ve û Zanîngeha Kobaniyê jî bi Zanîngeha Helebê ve bên girêdan.
Vê biryara Şamê li Rojavayê Kurdistanê di navbera xwendekar û birêvebiriya zanîngehê de nerazîbûneke tund bi xwe re anî.
Li gorî biryara Desteyê, hemû fakulte, kolêj û saziyên girêdayî her du zanîngehan dê bikevin bin banê zanîngehên fermî yên dewleta Sûriyeyê.
Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê 27ê meha borî ragihandibû ku Zanîngeha Rojavayê ya li Qamişloyê dê bibe beşek ji Zanîngeha Feratê û pergala xwendinê jî dê bibe yek.
Vê biryarê metirsiya guherandina zimanê xwendinê û jiholêrakirina nasnameya Kurdî ya zanîngehê bi xwe re aniye.
"Nasnameya me tê guhertin"
Xwendekarên ku ev nêzîkî 12-14 sal in bi zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin, li dijî vê biryarê derdikevin û radigihînin ku ev pêngav zilm e.
Xwendekara Beşa Çandiniyê Roniya Heyderê nerazîbûna xwe anî zimên û got:
"Hikûmeta demkî navê zanîngeha me guhert û em tevlî Zanîngeha Feratê kirin. Em ji vê biryarê nerazî ne.
Ev 14 sal in em bi Kurdî dixwînin, niha vegerandina zimanê Erebî zehmet e û zilm e."
Xwendekarê Beşa Bîrkariyê (matematîk) yê sala çaran Serbest Ehmed jî diyar kir ku hebûna zimanê Kurdî nasnameya wan e û got:
"Taybetmendiya Kurdî û ya gelê Kurd di vê yekê de ye. Eger nav û zimanê me were guhertin, nasnameya me tê guhertin.
Em dixwazin navê zanîngeha me neyê guhertin û em li bajarê xwe bixwînin."
Xwendekarê ji Til Temirê Harûn Xelef jî daxuyand ku ew ne li dijî entegrasyonê ne lê divê taybetmendiya wan were parastin û wiha axivî:
"Em ne li dijî yekbûnê ne lê em dixwazin kolêj û zanîngeha me li cihê xwe bimînin û navê zanîngehê wekî xwe bimîne.
Ev 12 sal in em bi zimanê Kurdî dixwînin, niha ji me re dibêjin hûn dê bi Reqa û Dêrezorê ve bên girêdan, em vê yekê qet qebûl nakin."
Birêvebiriya zanîngehê biryarê red dike
Birêvebiriya Zanîngeha Rojavayê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew vî şêwazê tevlîbûnê red dikin û biryara wezaretê qebûl nakin.
Hevseroka Fakulteya Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Rojava Rojîn Osoyê li ser biryarê got:
"Em ji Wezareta Xwendina Bilind dixwazin ku taybetmendiya Kurdbûna Zanîngeha Rojava li ber çavan bigire.
Divê garantî were dayîn ku ti beş neyê guhertin, ji ber ku ev beş li gorî pêdiviyeke zanistî û civakî hatine vekirin."
Zanîngeha Rojava di sala 2016an de hat damezirandin
Zanîngeha Rojavayê wekî zanîngeheke bi zimanê Kurdî sala 2016an li bajarê Qamişloyê hat damezirandin.
Di zanîngehê de beşên bijîşkî, endezyarî, zanist, huner û wêjeyê hene û niha nêzikî 700 xwendekaran lê dixwînin.
Her çend piştî peymana meha kanûna paşîn a îsal hikûmetê bawernameyên xwendekaran nas kiribin jî biryara nû ya girêdana bi Zanîngeha Feratê re pirsên li ser paşeroja perwerdeya Kurdî û taybetmendiya herêmê bêbersiv dihêle.


.jpg&w=3840&q=75)