Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Hewlêrê li du girên şûnwariyê dîroka 9 hezar salî derdikeve holê.
Di kolanên şûnwarî yên li girên Aliyawa û Hîlawayê yên li nahiyeya Şemamokê ya Hewlêrê de berhemên dîrokî hatin dîtin.
Ev berhem ronahiyê didin raboriya herêmê ya 9 hezar salî.
Arkeologên Zanîngeha Mîlanoyê ya Îtalyayê ji sala 2016an ve xebatên kolanê dikin.
Bi van xebatan şopên civakên destpêkê yên çandiniyê û avahiyeke mezin a hezarsala 3yan a beriya zayînê hatin dîtin.
Berhemên dawî yên ku li girên Aliyawa û Hîlawayê yên li Deşta Hewlêrê hatine dîtin nîşanî Konsulê Îtalyayê dan.
Tîma arkeolojiyê ya Îtalyayê bi serokatiya Profesorê Zanîngeha Mîlanoyê Luca Peronel dixebite.
Ev tîm li gel pisporên Birêvebiriya Giştî ya Şûnwarên Hewlêrê ji sala 2016an ve li her du giran kolanan dike.
Şopên civakên destpêkê yên çandiniyê hatin dîtin
Serokê tîma kolanê Luca Peronel ji Rûdawê re axivî.
Peronel daxuyand ku ew li Girê Hîlawayê bi taybetî li ser berhemên serdema beriya dîrokê dixebitin.
Peronel diyar kir ku ev herêm bi saya axa xwe ya bi bereket û rûbarên xwe yek ji wan cihên destpêkê ye ku civakên çandiniyê lê bi cih bûne.
Peronel anî zimên ku wan li vê derê şopên civakên destpêkê yên çandiniyê yên li Deşta Hewlêrê dîtine.
Peronel ragihand ku wan li Girê Aliyawayê jî avahiyeke bîrdarî ya kerpîçî dît ku dîroka wê vedigere nîveka hezarsala 3yan a beriya zayînê.
Li gorî gotina Peronel, stûriya dîwarên vê avahiyê 7 metre ye.
Wî her wiha destnîşan kir ku dibe ku ev avahî nîşaneya derketina holê ya avabûna bajarekî be li deştê.
Li Deşta Hewlêrê hezar û 200 cihên şûnwariyê hatin tesbîtkirin
Birêvebirê Şûnwar û Keleporê yê Hewlêrê Nadir Babekir ji Rûdawê re daxuyand ku heta niha ji sedî 75ê Deşta Hewlêrê hatiye belgekirin.
Babekir da zanîn ku li herêmê hezar û 200 cihên şûnwariyê hatine tesbîtkirin.
Babekir diyar kir ku xebatên ku tên kirin encamên girîng didin. Wî anî zimên ku her berhemeke ku tê dîtin derbarê dîrok û nifûsa raboriyê ya herêmê de agahiyan dide.
Berhemên li Girê Hîlawayê vedigerin hezarsalên 6 û 5an ên beriya zayînê. Bermahiyên li Aliyawayê jî vedigerin nîveka duyem a hezarsala 3yan a beriya zayînê.
'Hostetiya kerpîçan ti carî qut nebûye'
Di xebatên qada kolanê de hostetiya kerpîçan a kevneşopî jî balê dikişîne.
Hosteyê kerpîçan Heyder Omer diyar kir ku ew 64 salî ye û hemû jiyana xwe ev pîşe kiriye.
Omer got, “Em ji heriyê hatine afirandin û em dê di dawiyê de vegerin axê. Ev pîşe her tim dewam kiriye, ti carî qut nebûye.”
Tê plankirin ku xebatên kolanê yên li her du giran di demsala biharê de ji nû ve dest pê bikin.

.jpg&w=3840&q=75)
