کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hewlêr / Wêne: Rûdaw

Hewlêr / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Barana dîrokî ya li Hewlêrê: Ji sala 1980yî ve rekora herî bilind hat tomarkirin

RÛDAW

RÛDAW

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt
Kurdistan11-11-2026

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike
Kurdistan11-11-2026

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt
Kurdistan11-11-2026

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Barana bihêz a ku roja şemiyê (7ê Çiriya Paşîn) li Hewlêrê bariya, rekora rojane ya baranê ya 46 salên dawî şkand.

Li gorî amarên saziyeke avhewayê ya Amerîkayê, li bajêr di rojekê de zêdetirî 127 milîmetreyan baran bariya.

Lê şiyana teknîkî ya tora avrêjê ya Hewlêrê tenê ji bo hilgirtina 20 milîmetre barana di demjimêrekê de amade ye.

Barana dijwar a roja şemiyê li hinek taxên Hewlêrê bû sedema lehiyê. Di encama lehiyê de du kes mirin ku yek ji wan zarok bû, her wiha zerereke mezin a madî gihand gelek mal, dikan û otomobîlan.

Bi taybetî taxên Sêberdan, Hewlêra Nû, Gulan, Şêx Ehmed û bazarên Lengê û Şêxelan ji lehiyê zerer dît.

Kapasîteya sîstema avrêjê ya Hewlêrê

Birêvebirê Avrêjê yê Hewlêrê Endezyar Zerdeşt Ebdulxaliq ji Rûdawê re ragihand ku li sînorê Hewlêrê zêdetirî 3 milyon metre xetên avrêjê yên bi qebareyên cuda hene û binesaziya bajêr ji bo baranê amade ye.

Ebdulxaliq destnîşan kir ku sedema sereke ya çêbûna lehiyê barîna rêjeyeke pir zêde ya baranê ya di demeke gelekî kurt de ye.

Zerdeşt Ebdulxaliq da zanîn ku sêwirana tora avrêjê ya bajêr vedigere nêzîkî 40 sal berê û got:

"Eger di nava demjimêrekê de nêzîkî 20 milîmetreyan baran bibare, di pergala avrêjê de ti pirsgirêk dernakeve lê li navenda bajêr zêdetirî 70 milîmetreyan û li herêmên Bax û Menare û Pîrerêşê tenê di nava du demjimêran de zêdetirî 125 milîmetreyan baran bariya.

Vê yekê kir ku rûbarekî mezin ê avê ber bi bajêr ve biherike."

Her wiha berpirsên Şaredariya Hewlêrê û yên Şaredariyên Hejmar Yek û Çarê ji Rûdawê re ragihand ku wan hemû amadehiyên pêwîst kiribûn lê sedema sereke ya lehiyê ew ava zêde bû ku ji derveyî Hewlêrê hatibû.

Li gorî berpirsan, ava zêde ji aliyê Kesnezan û Sêberdanê ve ketiye nav bajêr û bûye sedema lehiyê.

Amarên saziya avhewanasiyê ya Amerîkayê

Li gorî amarên fermî yên Birêvebiriya Giştî ya Avhewanasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê, di nava 24 demjimêran de (ji 7ê Çiriya Paşîn demjimêr 09:00an heta roja din demjimêr 09:00an) li navenda Hewlêrê 70 milîmetre baran bariya.

Li deverên din ên parêzgeha Hewlêrê jî baraneke zêde hat tomarkirin. Li derdora Bendava Gomaspanê 83,3 milîmetre û li devera Çomanê jî 88,5 milîmetre baran bariya.

Lê belê li gorî amarên platforma Weather Undergroundê ya Amerîkayê, roja şemiyê (7ê Çiriya Paşîn) li stasyoneke avhewanasiyê ya li devera Kesnezanê di 24 demjimêran de 127 milîmetre baran hat tomarkirin.

Li heman stasyonê di navbera demjimêr 17:00 û 18:00an de tenê di demjimêrekê de 41 milîmetre baran hat pîvan.

Di navbera demjimêr 17:00 û 21:00an de jî di çar demjimêran de giştî rêjeya baranê gihîşt 96 milîmetreyan.

Rêjeya baranê li seranserê bajêr ne yek bû. Li Kesnezanê 127 milîmetre hat tomarkirin lê li gorî heman platformê li navenda bajêr barana herî zêde li nêzîkî Kolana Gulanê hat pîvan ku nêzîkî 50 milîmetreyan bû. Ji vê baranê 33 milîmetre tenê di sê demjimêran de bariya.

Barana herî zêde ya rojane ya 46 salan

Amarên avhewanasiyê nîşan didin ku rêjeya barana 7ê Çiriya Paşîna 2026an a li Hewlêrê, ji sala 1980yî ve barana herî zêde ya rojane ye û rekora 20 salî ya sala 2006an derbas kiriye.

Li Hewlêrê di navbera salên 1980 û 2026an de baranên herî zêde yên rojane wiha ne:

·         7ê Çiriya Paşîn a 2026an: 127 milîmetre

·         3yê Sibata 2006an: 103,9 milîmetre

·         21ê Çiriya Paşîn a 1992yan: 79 milîmetre

·         Sala 1986an: 73,6 milîmetre

·         28ê Kanûna Paşîn a 2013an: 71,8 milîmetre

Barana 127 milîmetreyî ya 7ê Çiriya Paşîna 2026an li gorî amarên stasyona Weather Undergroundê ya li Kesnezanê ye.

Barana 103,9 milîmetreyî ya sala 2006an jî heta lehiya îsal wekî barana herî zêde ya rojane ya Hewlêrê dihat zanîn.

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt
Kurdistan11-11-2026

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike
Kurdistan11-11-2026

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt
Kurdistan11-11-2026

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt

Pirsên