کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Vezîr Rehîmî û keça wî Soma Rehîmî / Wêne: Rûdaw

Vezîr Rehîmî û keça wî Soma Rehîmî / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Soma Rehîmî: Pasdaran bi zanebûn gule li bavê min ê kolber reşandin

RÛDAW

RÛDAW

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt
Kurdistan11-11-2026

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike
Kurdistan11-11-2026

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt
Kurdistan11-11-2026

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Keça kolberê Kurd ê ku meha Tîrmehê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin, angaştên fermî yên Îranê yên derbarê kuştina bavê xwe red kirin.

Keça wî ji Rûdawê re got ku bavê wê bi guleya yekem û bi zanebûn hatiye kuştin û angaşta Îranê ya bi şêweya "guleya hişyariyê lê ketiye" ne rast e.

Soma Rehîmiyê da zanîn ku bavê wê Vezîr Rehîmiyê 56 salî 3yê Tîrmehê di dema kolberiyê de li nêzîkî devera Newsûda Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

Soma Rehîmiyê diyar kir ku di dema bûyerê de her du pasdarên din ên li ser sînor ji hevalê xwe yê ku tiving di destê wî de bû re lava kiriye û gotiye:

"Ji kerema xwe wî nekuje. Ew kolberekî bêguneh û bêzerer e û ti tişt li ser wî nîne."

“Bavê min bi guleya yekem hat kuştin”

Li gorî gotina keça wî, pasdarê ku gule berdaye guh nedaye lavayên hevalên xwe û 28 gule li bavê wê reşandine.

Soma Rehîmiyê doh ji Nûçegihana Rûdawê Agrîn Mihemediyê re axivî û got:

"Bavê min bi guleya yekem hat kuştin. Guleyên din jî tenê ji bo wê yekê hatin berdan ku pişt re bibêjin 'me guleya hişyariyê teqandiye.' Ev îfade derbasî tomarên dadgehê jî bûn."

Îranê kuştina kolber qebûl kir

Desthilatdarên Îranê 28ê Çiriya Pêşîn di bersiva nameyeke sê pisporên Neteweyên Yekbûyî de kuştina vî kolberê Kurd qebûl kiribû.

Tehranê angaşt kiribû ku çenteyek li pişta Rehîmî bûye, guh nedaye banga "raweste" ya pasdaran û hewl daye bireve.

Li gorî angaşta rayedarên Îranê, pasdaran pêşî 18 guleyên hişyariyê ber bi ezmên ve berdane û pişt re jî 10 gule li derdora wî reşandine.

Di belgeya fermî ya Îranê de hatibû gotin, "Yek ji guleyan li zinaran ketiye û ziviriye" û li eniya Rehîmî ketiye û ew li cihê bûyerê miriye.

“Ti tişt li ser wî tune bû”

Keça kolberê Kurd ev angaşta Îranê bi tundî red kir û careke din anî zimên ku her du leşkerên din lava kiriye da ku hevalê wan guleyan nereşîne.

Soma Rehîmiyê angaşta hebûna çenteyê jî red kir û got ku di dema gulebarankirinê de ne çek ne jî tiştekî din pê re nebûye:

"Ti tişt li ser bavê min tunebû. Kolberên vê herêmê bi piranî tenê benzînê di ser sînor re vediguhêzin."

Soma Rehîmiyê her wiha destnîşan kir ku pasdarên sînorî ew qasî nêzîkî bavê wê bûn ku dikarîbûn wî bigirin û lê zêde kir:

"Bavê min 56 salî bû. Qet pêdivî bi kuştina wî tunebû. Heger gule berdana jî diviyabû herî kêm li nêzîkî wî bixistana."

Dosyeya 5 kolberan li dadgehê ye

Rayedarên Îranê ragihand ku derbarê kuştina Rehîmî li Dadgeha Paweyê lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.

Li gorî Tehranê, lêkolînên pisporan, rapora tiba dadî, şopandina cihê bûyerê, şahidiya şahidan û lêpirsîna leşkerê ku gule reşandiye temam bûne û dosye hîn jî di destê dadgehê de ye.

Îranê her wiha eşkere kir ku li ser kuştina pênc kolberên Kurd ên bi navên Vezîr Rehîmî, Suheyl Firdewsî, Sîrwan Koşî Nemek, Madeh Kirmanî û Mihemed Tewhîdpaneh lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt
Kurdistan11-11-2026

Li Hewlêrê kesekî birayê xwe bi 15 guleyan kuşt

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike
Kurdistan11-11-2026

Îran bi dron û topan çiyayên Merîwanê bombebaran dike

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt
Kurdistan11-11-2026

AMED - Gundiyan li dijî biryara hilweşandina xaniyên xwe rê girt

Pirsên