Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di civînê de piştgiriya hikûmetê ji bo banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo diyaloga di navbera aliyên siyasî de hat ragihandin û ji wezîrên YNKyê hat xwestin ku vegerin ser karên xwe û beşdarî civînên Desteya Wezîran bibin.
Her wiha di civînê de pêwendiyên bi Bexdayê re û êrişa li ser qada gazê ya Kormorê jî hatin nirxandin.
Bangewaziya ji bo wezîrên YNKyê
Li gorî daxuyaniya Desteya Wezîran, banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo komkirina aliyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê bi dilxweşî hat pêşwazîkirin.
Di vê çarçoveyê de, Desteya Wezîran bi awayekî fermî ji wezîrên YNKyê xwest ku vegerin ser erkên xwe yên di hikûmetê de û beşdarî civînan bibin.
Desteya Wezîran diyar kir ku heger nêrîn an nerazîbûneke wezîran hebe, divê di nava desteyê de were gotûbêjkirin û çareserkirin.
Serdana Bexdayê û budceya 2027an
Mijareke din a civînê serdana dawî ya şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina şandeyê ya bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re agahî dan.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan di hevdîtinan de daxwaza rêzgirtina li pergala federal, statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dayîna mafên darayî yên adil kiriye.
Desteya Wezîran şandeya dan û standinan a Herêma Kurdistanê erkdar kir ku rewşa erênî ya serdanê binirxîne û dan û standinên li ser budceya sala 2027an berdewam bike.
Hate ragihandin ku armanc ew e ku ji bo misogerkirina mûçe û pişka Kurdistanê, di budceya federal de peymaneke dawî were îmzekirin.
Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê
Derbarê êrişa ku li dijî Qada Gazê ya Kormorê jî Wezîrê Kareba û Çavkaniyên Xwezayî raporek pêşkêş kir. Di raporê de hat eşkerekirin ku rawestandina hilberîna gazê bûye sedema kêmbûna demjimêrên dayîna karebayê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hewl hatiye dayîn beşeke ji vê kêmasiyê bi bikaranîna sotemeniya giran (fuel oil), mazot û çavkaniyên din were vegerandin.
Wezîrê Karên Navxwe jî li ser avakirin û xebatên komîteya ewlehiyê ya hevpar a di navbera Hewlêr û Bexdayê de agahiyên girîng dan û hat diyarkirin ku xebatên komîteyê didomin.
Di dawiya civînê de, Desteya Wezîran ew "êrişa terorê" bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vê êrişê binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û Îraqê kiriye armanc û xwestiye zererê bide berjewendiyên giştî, loma divê ev êriş werin rawestandin.



