Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke berfireh a Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ziyaret kir.
DEM Partiyê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şandeyeke berfireh a SPDyê ku li Almanyayê şirîkê hikûmetê ye, li navenda giştî hatiye qebûlkirin.
Şande ji aliyê Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsa Pêwendiyên Derve Ebru Gunayê, Berdevkê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Koordînatorê Pêwendiyên Derve Evren Çevîk ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêwendiyên Almanya û Tirkiyeyê, pêşhatên herêmî û pêvajoya çareseriyê hatin nirxandin.
Aliyan bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser herêmê, zextên li ser CHPyê û bi giştî li ser mixalefetê û bipêşketinên siyasî yên rojane gotûbêj kirin.
Şandeya DEM Partiyê li ser mijara danîna qeyûman, girtina neyasayî ya siyasetmedaran û bicihnanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê agahî dan şandeya SPDyê.
Di şandeya SPDyê de kî û kî hebûn?
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat eşkerekirin ku di şandeya SPDyê de ev nav hebûn:
· Serokwezîrê berê yê Rheinland-Pfalzê û Cîgirê Serokê Giştî yê SPDyê Alexander Schweitzer
· Cîgira Serokê Parlamentoya Ewropayê Katarina Barley
· Serokê Koma Parlamenteran a Tirk-Alman Serdar Yuksel
· Serokê JUSOSa rêxistina ciwanan a SPDyê Philipp Turmer
· Sekreterê Navneteweyî yê SPDyê Dr. Philipp Fink
· Nûnera Weqfa Friedrich-Ebertê (FES) ya Tirkiyeyê Tina Blohm
Hat ragihandin ku şandeyê li ser pêşhatên siyasî, demokrasî, mafên mirovan û mijarên herêmî nirxandin kirine.



