Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman li hev civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Ofîsa Serokkomariyê ya li Qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê, Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman qebûl kir.
Wekî ku di nûçeya medyaya fermî ya Tirkiyeyê de hatiye belavkirin, di civînê de rûdanên dawî yên Kerkûkê û rewşa Tirkmenên Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Erdogan ragihand ku berdewamiya aştî û aramiya Kerkûkê ji bo paşeroja Îraqê xwedî girîngiyeke mezin e.
Erdogan diyar kir ku di vê çarçoveyê de dê piştgiriya Tirkiyeyê bi awayekî xurt bidome.
Piştî 100 salan parêzgarekî Tirkmen
Erdogan her wiha amaje pê kir, gelekî girîng e ku piştî nêzîkî 100 salan parêzgarekî Tirkmen li Kerkûkê dest bi kar kiriye.
Mihemed Seman Axayê ku di heman demê de Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê ye ji ber piştgiriyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir.
Mihemed Seman got ku ev qonaxa nû dê beşdariyeke mezin di armanca "Tirkiyeyeke bê teror û herêmeke bê teror" de bike.
Alîkarê Serokê AK Partiyê Kurşad Zorlu jî di civînê de amade bû.



