Hewlêr (Rûdaw) - Bertekên ku piştî gotinên karsaz Rahmî Koç ên li hemberî jinên Kurd dest pê kiribûn didomin.
Li Stenbolê li herêma ku vîlaya Rahmî Koç li wê derê ye, koma alîgirên jin a Amedsporê "Mor Barîkat"ê çalakiyek li dar xist.
Endamên Mor Barîkatê bi lazerê dirûşma "Jin Jiyan Azadî" xist ser pirekê û ew protesto kir.
Karsaz Rahmî Koç li Îzmirê di vekirina nexweşxaneyekê de bi pêkenokekê heqaret li jinên Kurd kiribû.
Gotinên wî yên li ser jinên Kurd di raya giştî de bûbûn sedema bertekên tund.
Di çalakiya li Tengava Stenbolê de, bi navê komên alîgiran ên Amedsporê Barîkat û Mor Barîkatê peyam hatin dayîn.
Wan li ser pira li ber vîlaya ku aidî Koç e dirûşma "Dê Jin Cîhanê Azad Bikin, Jin Jiyan Azadî" bi lazerê nîşan da.
Di dîmenên ku ji aliyê Îlke TVyê ve hatine belavkirin de tê dîtin ku çalakî bi şev hatiye kirin û dirûşm bi ronahiyê li ser pirekê ketiye.
Lêpirsîn hatibû destpêkirin
Rahmî Koç ji ber wan gotinên xwe yên ku di raya giştî de bûn sedema hêrsê û Kurd gelekî aciz kirin, daxuyaniyeke kurt dabû û lêborîn xwestibû.
Lê piştre Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li dijî dest bi lêpirsînê kiribû.



