Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê Nîkol Paşînyan pîroz kir.
Nîkol Paşînyan di hilbijartinên Parlamentoya Ermenistanê yên 7ê Hezîranê de bi rêjeya ji sedî 49,87ê dengan bi ser ket û careke din wekî Serokwezîrê Ermenistanê hat hilbijartin.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku hilbijartinên li Ermenistanê bi awayekî demokratîk bi rê ve çûne û ev peyam hat dayîn:
"Birêz Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, em wekî DEM Partiyê serkeftina we ya hilbijartinê ji dil pîroz dikin ku we di hilbijartinên demokratîk ên li Ermenistanê de piştgirî û baweriya xurt a ji du welatiyên Ermenistanê yekî bi dest xist.
Tevî hemû zehmetî û aloziyên herêmî yên salên dawî, gelekî bi qîmet e ku gelê Ermenistanê di sindoqan de careke din tercîheke zelal ji bo aştî, aramî û paşerojeke demokratîk kiriye.
Ev îradeya sindoqan nîşaneya herî şênber e ku gelan li şûna şer, bihevrejiyan û diyalog hilbijartiye.
Baweriya me bi temamî heye ku ew vîzyona di bin serokatiya we de tê meşandin û li ser bingeha lêgerîna aştiya bi cîranan re û hevkariya herêmî ye, dê li Kafkasyaya Başûr aramiya mayînde biafirîne.
Aramiya gelên herêmê di xurtkirina pêwendiyên cîrantiyê yên li ser bingeha dadperwerî û wekheviyê re derbas dibe.
Di vê qonaxa dîrokî de, em hêvî dikin ku ew baweriya we bi piştgiriya mezin a gel nû kiriye ji Ermenistanê û hemû herêmê re aştiyê bîne.
Em di erkê we de ji we û tîma we re serkeftinê dixwazin.
Bi daxwaza paşerojeke tijî aştî û selametî ji bo gelê Ermenistanê."



