Enqere (Rûdaw) - Erzirom bajarekî dewlemend ê Serheda Bakurê Kurdistanê ye.
Berhemên vî bajarî zêdetir berhemên cotkar û ajeldaran in û ew dixwazin berhemên xwe bifiroşin.
Bi vê armancê jî komeleyên Erziromê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê festîvalekê li dar dixin.
Di festîvalê de erzanî jî hatiye kirin û xelk jî berê xwe dide Rojên Danasînê yên Erziromê.
Payîz e û dîsa cotkar û ajeldarên Serhedê ji bo firotina berhemên xwe berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê.
Bi destpêşxeriya Federasyona Komeleyên Erziromê li Enqereyê bi heman armancê festîvalek tê lidarxistin.
Serokê Federasyona Komeleyên Erziromê Alpay Bektaş li ser festîvalê got:
“Me Erziroma dîrokî aniye Enqereyê, ji sedî 90ê beşdarên festîvalê cotkar û esnafên Erziromê ne.
Ew hem berhemên xwe difiroşin hem jî bajarê xwe didin nasandin.
Hunermendên me jî li vir amade ne. Hunermendên Erziromê yên ku li Enqereyê dijîn ew jî hatin, 4 rojan bernameyeke me ya têr û tijî heye.”
Erzirom yek ji bajarên herî dewlemend ên Serhedê ye.
Piraniya berhemên vî bajarî yên ajeldariyê ne, wekî penîrê kîfikî, penîrê kevinkirî, hingiv û gelek berhemên din.
Di heman demê de van salên dawî Erzirom bi fasûlyeyên xwe jî navdar dibe.
"Wekî derman tê zanîn"
Ajeldar Erden Aydin li ser penîrê Erziromê got:
“Ev penîrê kîfikî yê Erziromê ye, 6 mehan di şikeft û cihên tarî de dimîne.
Wekî derman tê zanîn, hûn dizanin ku ev derman e. Li ser navê Erziromê hatiye tomarkirin.”
Ajeldar Nazîf Akinci jî qala hingivê xwe kir û anî zimên:
“Em li benda hemû xelkê Enqere û Erziromê ne. Hingivên me bêşekir û xwezayî ne.
Em dixwazin her kes tama hingivê me bizane.”
Cotkar Saît Aydinlar jî got:
“Fasûlyeyên Îspîrê hûn dizanin gelekî bi nav û deng in.
Wekî din me doşava tûyan û gelek berhemên din anîne. Em li benda mêvanên xwe ne.”
Kesên ku hatine vê festîvalê dîtine û xwarine kêfxweş bûne.
Her wiha ji bo xatirê festîvalê ji sedî 30-50yî erzanî hatiye kirin û vê yekê jî dilê mêvanan xweş kiriye.
"Her tiştê Erziromê gelekî xweş e"
Beşdara festîvalê Sacîde Arkanê kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:
“Her tiştê Erziromê gelekî xweş û baş e. Ez şaş mam.
Berhemên wan gelekî paqij in. Xwedê bereket û karê wan zêde bike. Min gelekî ji vê festîvalê hez kir.”
Rojên Danasînê yên Erziromê dê heta 25ê mehê vekirî be.
Rojên pêşiya me dê bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî ji bo festîvalan berê xwe bidin Enqereyê.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)