Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku li navçeya Espiyeyê ya parêzgeha Gîresunê ya Tirkiyeyê xwendekareke 14 salî ji ber ku Kurd e rastî êrişa fîzîkî û tundiyê hatiye.
Li gorî agahiyên ku birayê wê C.T. dane, bûyer 8ê Hezîranê saet 14:00an qewimiye.
Endamên malbatê piştî ku birêvebiriya dibistanê telefonî wan kiriye çûne nexweşxaneyê û pê hesiyane ku li keça wan xistine.
Hat îdiakirin ku xwendekar piştî êrişê ketibû şokê û di axaftin û tevgerê de zehmetî dikişand.
"Tu Kurd î, tu nikarî li vir bixwînî"
Xwendekarê di îfadeya xwe de diyar kir ku kesê êrişî wê kiriye berê jî ji ber nasnameya wê ya Kurdî tevgerên nijadperest û heqaret li wê kirine.
Birayê wê C.T. ragihand ku li dibistanê stranên Kurdî vedikirin û bi xwendekaran tinazên xwe dikirin.
Her wiha anî ziman ku xwişka wî demeke dirêj e rastî tacîza devkî tê.
Li gorî îdiayên C.T., roja bûyerê xwendekarê êrişkar bi çêr û heqaretan ji xwişka wî re gotiye, “Tu Kurd î, tu nikarî li vir bixwînî.”
Di dema aloziyê de keçik hatiye dehfdan û serê wê li mermerê kêleka camê ketiye.
Rewşa wê baş e
Hat zanîn ku xwendekara ku rakirine nexweşxaneyê tê tedawîkirin û rewşa tenduristiya wê ber bi başiyê ve diçe.
Malbatê piştî bûyerê li navenda ewlehiyê giliyê êrişkar kiriye.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsîna îdarî û dadî hat kirin.
Hat zanîn ku xwendekara ku rastî êrişê hatiye 14 salî ye û malbata wê ji bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ye.
Rayedaran hîn li ser mijarê ti daxuyaniyên fermî nedane û lêpirsîn didome.



