Edîrne (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê da ser şopa çîroka xemgîn û trajîk a malbateke ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê.
Tîma Rûdawê li Edîrneyê gihîşt wê avahiyê ku qaçaxçiyan malbata ji Silêmaniyê êvara 13ê Çiriya Pêşîn lê bi cih kiribû. Ew der daîreyeke apart e ku rojane tê kirêkirin lê ji bo vê malbata Kurd bû destpêka bobelatê.
Malbat ji wê derê ber bi Çemê Merîçê ve hat birin. Ev çem ji bo her 3 zarokên malbata ku bi xewn û xeyala Ewropayê ketibû ser rê bû goristan.
Ji her 3 zarokan cenazeyên xwişk û bira Mêla û Heryad hatin dîtin lê cenazeyê birayê wan ê mezin Hestyar heta niha nehatiye dîtin. Li nav çem û li herêmê xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Malbata Kurd a 5 kesî berbanga 12ê Çiriya Pêşîn bi rêya asmanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ber bi Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê bi rê ket.
Dema ew gihîştin Stenbolê li taxa Aksarayê li otelekê man.
Armanca wan ew bû ku xwe bigihînin Yunanistanê û ji wir jî derbasî Almanyayê bibin.
Ji bo vê rêwîtiyê, wan 55 hezar dolar dabûne emanetê da ku dema gihîştin Almanyayê radestî qaçaxçiyê bi navê Rêkan bikin ku li ser tora civakî pê re pêwendî danîbûn.
Roja 13ê Çiriya Pêşîn, malbat bi otobusê ji Stenbolê çû navçeya Luleburgazê ya Kirklareliyê û ji wir jî bi taksiyê gihîşt bajarê Edîrneyê yê li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê.
Qaçaxçiyan ew li taxa Şukru Paşayê di daîreyeke rojane de bi cih kirin.
Êvara 14ê Çiriya Pêşîn, qaçaxçiyan malbat bi otomobîleke gewr bir ser sînorê Çemê Merîçê. Trajediya malbatê ya li dû xewna jiyaneke nû li vir dest pê kir.
Bavê zarokan Herêm Mihemed Rehîm li ser biryara çûyînê ji Rûdawê re got:
"Li Kurdistanê jiyana min baş bû, navînî bû. Min got 3 zarokên min hene û mafê min heye ku ji bo van her sê cergên xwe yên ku Xwedayê Mezin birin cem xwe jiyaneke ewle û misoger dabîn bikim.
Min got bila rewşa wan wekî ya me nebe, loma min ev rê da ber xwe."
"Belem qulibî"
Du qaçaxçiyan wekî rêber ev malbata 5 kesî û koçberekî ji Rojhilatê Kurdistanê di nav zeviyan re birin ser Çemê Merîçê. Ev qad nêzîkî Pira NATOyê ye ku baregeheke cendirmeyên Tirkiyeyê lê heye.
Bavê zarokan wan bîskan wiha tîne bîra xwe:
"Bobelateke gelekî nebaş bû. Em bi otomobîlê anîn wî cihê sînorî.
Paşê em peya kirin û hinekî meşandin. Belemek dan me ku kanala we jî nîşan da.
Me ba lê da û bir ber avê. Em malbateke 5 kesî bûn, kesekî ji Rojhilat bi me re bû û du rêber jî hebûn.
Dema em lê siwar bûn belem xwar bû, wê kêliyê zarokên min rizgar bûn û min ew derxistin derve."
Dayîka zarokan Hozan Reza Rostema 37 salî dema belem dîtibû tirsiyabû, çimkî ew belema biçûk tenê ji bo 4 kesan bû lê 8 kes û gelek kel û pel lê hatibûn barkirin.
Piştî ku belema yekem qulibî, dê û bav gelekî aciz bûn û gotin ku ev rê xeternak e û ew naçin lê qaçaxçiyê bi navê Serbaz gef li wan xwar û got ku eger ew neçin dê polîsên Tirkiyeyê wan bigirin. Bi vî awayî ew neçar man cara duyem li belemê siwar bibin.
Bavê zarokan Herêm Mihemed got:
"Em bi gefên kesekî bi navê Serbaz dîsa li belemê siwar bûn. Min ji tirsa keça xwe ya 5 salî ji Xwedê re got ku karê me hêsan bike.
Em du metreyan di nav avê de çûn, belem li qurmê darekê ket û qulibî.
Min karî tenê hevjîna xwe rizgar bikim. Her du rêberan avjenî dizanî, xwe xilas kirin û reviyan."
Heryad li nexweşxaneyê mir
Êvara 14ê Çiriya Pêşîn li Edîrneyê hewa baranî û bi ba bû. Piştî qulibîna belemê, pêlên çem zarok bi xwe re birin.
Dayîka zarokan Hozan Reza Rostemê got:
"Li ser belemê Mêla di hembêza min de bû, Hestyar li ber min bû û Heryad jî li cem wî bû.
Dema ku qulibî ez ketim bin avê. Hevjînê min destê min girt.
Min got zarok li kû ne, got zarok di nav avê de ne."
Dê û bavê ku bi zehmetî rizgar bûn gihîştin xala cendirmeyan û hêzên ewlehiyê agahdar kirin.
Hestyarê 12 salî û Mêlaya 5 salî di nav pêlan de winda bûn. Heryadê 10 salî heman êvarê ji aliyê tîmên AFADê ve bi birîndarî hat derxistin û birin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Trakyayê ya li Edîrneyê.
Tevî hemû hewldanan û masaja dil jî Heryad li nexweşxaneyê mir.
Di roja çaremîn de, 17ê Çiriya Pêşîn, tîmên lêgerînê li bin giraveke biçûk a nav çem gihîştin cenazeyê Mêlaya 5 salî.
Niha cenazeyên her du zarokan li Nexweşxaneya Edîrneyê ne lê xebatên ji bo dîtina Hestyarê 12 salî li ser Çemê Merîçê hem ji bejahiyê hem jî ji asman ve li qadeke 5 kîlometreyî berdewam dikin.
Dayîka kezebşewitî Hozan Reza Rostemê bang kir:
"Ez ji hemû aliyan dixwazim ku kurê min ji min re bibînin.
Heta ez kurê xwe nebînim naçim ti deran. Tenê ji bo me dua bikin."
Belemên erzan û ava kûr a Merîçê
Tîma Rûdawê li ser Çemê Merîçê gihîşt wê belema şikestî ku qaçaxçiyan malbat pê biribû ser avê.
Li gorî lêkolînan, qaçaxçî ji bo mesrefên xwe kêm bikin belemên erzan ên behrê bi kar tînin ku ji bo çemên herikbar qet ne guncav in. Bihayê van botan li gorî kalîteyê diguhere lê qaçaxçî yên herî bêkalîte hildibijêrin.
Huseyîn Girdiyê 60 salî ku 40 sal in li Çemê Merîçê masiyan digire li ser vî çemî got:
"Deverên vî çemî gelekî kûr in. Koçber dema li botan siwar dibin dibînin qerax nizm e lê nava çem pir kûr e.
Dema bot li wan deverên kûr diqelibe, ji ber ku avjeniyê nizanin dixeniqin.
Ava çem mirovan ber bi jêr ve dikişîne."
Gundê Doyranê yê li ser sînorê Yunanistanê xala herî nêzîk e ku firehiya çem li wir 150-200 metre ye. Gundî ji liv û tevgera qaçaxçiyan aciz in.
Mehmet Demîrê 64 salî yê cotkar diyar kir:
"Çem nêzîkî me ye lê destûrê nadin em ajelên xwe jî bibin ber avê, ji ber ku herêma qedexe ye.
Koçberên ku bi rêyên neyasayî derbas dibin gelek caran tên vegerandin û leşker wan kom dikin."
163 welatiyên ji Îraq û Herêma Kurdistanê winda ne
Li gorî rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), di navbera salên 2014 û 2025an de li seranserî cîhanê di rêyên koçberiyê de herî kêm 4 hezar û 414 zarok mirine.
Her wiha li gorî amarên Dezgeha Lûtkeyê ya li Îraqê, ji sala 1996an heta sala 2025an 163 ji Îraq û Herêma Kurdistanê li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê, li Deryaya Spî, Deryaya Egeyê û Çemê Merîçê di dema koçbê de winda bûne û aqûbeta wan ne diyar e.
Di heman heyamê de nêzîkî 500 koçberên ji Îraq û Herêma Kurdistanê di nav wan avan de xeniqîne û cenazeyên wan hatine dîtin.


.jpg&w=3840&q=75)