Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo dîtina termê Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî ku li Çemê Merîçê winda bûbû, ketin roja 13an û malbata wî ya dilşewat bi hêvî û xemgînî li benda agahiyekê ne.
Malbata ku dixwest di ser Çemê Merîçê re derbasî Yunanistanê bibe belema wan binav bûbû û di vê bûyera dilşewat de du zarokên xwe winda kirin.
Dayîk û bavê zarokan li Edîrneyê û malbatên wan jî li Silêmaniyê çaverê ne ku li gel cenazeyên Mêla û Heryad, cenazeyê Hestyar jî bê dîtin da ku her sê zarokên xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.
Cenazeyên du zarokên malbatê yên bi navên Mêla û Heryad, li morga Nexweşxaneya Fakûlteya Bijîşkî ya Zanîngeha Trakyayê ya li Edîrneyê ne lê belê hîn jî ti şopa Hestyar Herêm Mihemed nehatiye dîtin.
Xebatên lêgerînê berfireh dibin
Ji bo dîtina Hestyar Herêm, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li ser Çemê Merîçê û derdora wî ketin roja 13an.
Tîmên pispor di qadeke berfireh a nêzîkî 5 kîlometreyan de lêgerînên xwe yên binê avê û ser erdê didomînin.
Ji bajarên derdorê jî gelek tîmên piştgiriyê hatine Edîrneyê da ku alîkariya tîmên herêmî bikin. Tevî hemû hewldan, teknolojî û lêgerînên kûr ên li çem, heta niha ti agahî ji Hestyar nehatiye wergirtin.
Çavê malbatê li rê ye
Li gel dê û bavê dilşewat, hinek xizmên malbatê yên ku ji Herêma Kurdistanê çûne Edîrneyê jî li bendê ne.
Malbata ku du zarokên xwe winda kirine, tenê daxwaz dike ku kurê wan Hestyarê 12 salî jî zû were dîtin.
Dê û bav dixwazin termê Hestyar jî wergirin û tevî cenazeyên her du zarokên xwe yên din, bi hev re vegerin bajarê xwe Silêmaniyeyê û wan veşêrin axê.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)