Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Haymanayê ya Enqereyê ku wekî navendeke Kurdên Anatolyaya Navîn tê pênaskirin, tevî ku ti behr, gol an jî çêm lê nînin, Festîvala Masiyan hat lidarxistin.
Di festîvalê de nêzîkî 3 ton masî bêper li welatiyan hatin belavkirin. Welatiyên navçeyê ku piraniya wan ji Kurdên Şêxbizinî pêk tê, Haymanayê wekî "paytexta masiyan" bi nav dikin.
Li gorî agahiyan, xelkê vê navçeyê debara xwe bi bazirganiya masiyan dike. Li Haymanayê herî kêm 2 hezar kes di vê sektorê de dixebitin.
Ev bazar ewqas mezin bûye ku niha ji sedî 90ê restorantên masiyan yên li Enqereyê ji aliyê Kurdên Haymanayê ve tên birêvebirin.
Her wiha di asta Tirkiyeyê de jî xwediyê zêdetirî 600 restorantên masiyan xelkê vê navçeyê ne.
"Em dixwazin rola xwe ya di vê sektorê de diyar bikin"
Serokê Şaredariya Haymanayê Levent Koç ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser girîngiya navçeyê ya di bazara masiyan de û wiha got:
"Em li festîvala masiyan in. Haymana li Tirkiyeyê navendeke girîng a masiyan e. Em jî bi vê bernameyê dixwazin rola xwe ya di sektora masiyan de diyar bikin."
Hosteyê masiyan Arîf Abî jî behsa amadehiyên festîvalê kir û wiha pê de çû:
"Festîval xweş e. Me heta niha 3 ton masî pijandine. Sala borî jî me heman amadehî kiribûn. Îro dê xelkê Haymanayê ji masiyan têr bibe."
"Bav û bapîrên me hemû masîfiroş bûn"
Welatiyên Kurd yên li Haymanayê radigihînin ku ev pîşe ji bav û kalan ji bo wan maye û masiyên herî taze ew pêşkêşî bazarê dikin.
Welatiyê ji Haymanayê Fuat Suslu hestên xwe wiha anî ziman:
"Ev der Haymana ye. Em Kurd in. Hemû Kurd masîfiroş in. Em Kurdên Anatolyayê masîfiroş in û masiyên Enqereyê em didin wan, masiyên me pir teze ne."
Welatiyê bi navê Osman Suslu jî got:
"Em Kurmancên navenda Haymanayê ne. Masiya herî baş tê cem me. Em hemû karê masiyan dikin. Em ji Êncoba ne û hemû jî karê masiyan dikin."
Welatiyekî din ê navçeyê Kadîr Akcan jî diyar kir ku ev kar wekî mîrateke malbatî ye û got:
"Îro li navenda Haymanayê festîvala masiyan li dar dixin. Xelkê me li bajêr jî masiyan difiroşin. Bav û bapîrên me hemû masîfiroş bûn. Ji bo bajêr jî em masiyan dişînin."
Yekemîn Festîvala Masiyan a Haymanayê sala 2025an hatibû sazkirin. Xelkê navçeyê daxwaz dike ku ev çalakî her sal wekî kevneşopiyekê berdewam bike û navê navçeyê di sektora bazirganiyê de bêhtir deng bide.

.jpg&w=3840&q=75)
