Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, bersiveke tund da Serokê nû yê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal ku li dijî bikaranîna navê Kurdî ya "Baroya Stenbolê" derketibû.
Karaçelîk ji Kocasakal re got, "Êdî bes e xwe wekî xwediyê malê û me jî wekî kirêdar bibînin."
Kadîr Karaçelîk li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê bertek nîşanî Kocasakal da û diyar kir ku wan ji bo "fersendê nedin destê wî" di pêvajoya hilbijartinê de bêdeng mane lê niha dema bersivdayînê ye.
Karaçelîk di peyama xwe de bal kişand ser qedîmbûna zimanê Kurdî û wiha got:
"Ev navê 'Baroya Stenbolê' bi zimanê Kurdî ye, zimanê gelê Kurd ê qedîm ê vê axê ye. Bi milyonan mirov vî zimanî ji dayîka xwe hîn dibin.
Keda Kurdan di wê dîroka ku hûn pê serbilind in de heye, wan her dem li ber xwe daye û ti carî îxanet bi vê xakê nekiriye."
Serokê Baroya Mûşê her wiha destnîşan kir ku Kurd li ser axa xwe ne û wiha berdewam kir:
"Êdî bes e xwe wekî xwediyê malê û me jî wekî kirêdar bibînin. Em xwediyê vê axê ne ku li ser dijîn û hevparên vî welatî ne.
Hûn nikarin bibin parêzvanên Komara ku keda me di nav de heye."
Karaçelîk di dawiya peyama xwe de şîret li Kocasakal kir û got:
"Parastina mafên mirovan ku li gorî min divê erkê we yê bingehîn be, di heman demê de ji bo ramaneke baş mîna terapiyekê ye. Ez bi awayekî tund pêşniyar dikim."
Çi qewimîbû?
Serokê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal di hevpeyvînekê de li dijî navê Kurdî yê "Baroya Stenbolê" ya li ser malpera baroyê derketibû û gotibû:
"Li ser malpera baroyê bi Kurdî bi navê 'Baroya Stenbolê' daxuyanî hat weşandin.
Ez ji hevpîşeyên xwe dipirsim, ev der kû der e, ev kîjan sazî ye?"
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
