Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Îsraîlê, rêjeya beşdariya di hilbijartinan de di asta herî bilind a zêdetirî 50 salên borî de ye.
Komîsyonê ragihand ku heta demjimêr 14:00an bi dema herêmî ji sedî 44,9ê dengdêran dengê xwe daye.
Ev yek ji 1973yan ve rêjeya herî bilind e ku di wê demjimêrê de hatiye tomarkirin.
Komîsyonê her wiha da zanîn ku ji nêzîkî 7,3 milyon dengdêran heta niha 3 milyon û 290 hezar û 480 kesan dengê xwe bi kar aniye.
Lêkolerê Enstîtuya Demokrasiyê ya Îsraîlê Ofer Kenig li ser mijarê got:
"Ji dema ku di sala 1973yan de tomarkirin dest pê kiriye ev asta herî bilind a dîrokî ye.
Lê bê guman divê em bizanin ka rêjeya beşdariyê li hemû sektor û navendên bihêz zêde bûye yan na."
Kenig ji kanala CNNê re diyar kir ku li gorî zanyariyên destpêkê:
"Li hemû sektoran zêdebûnek heye, ji bilî yekê ku ew jî gelekî girîng e.
Tenê li bajarên ortodoksên tundrew rêjeya beşdariya dengdêran kêm bûye. Li beşên din ên civaka Îsraîlê rêje zêde bûye.
Em dikarin bi hişyariyeke mezin bibêjin ku li navendên bihêz ên lîberalan zêdebûneke berbiçav tê dîtin, ne li navendên bihêz ên hevalpeymaniya Netanyahu."
Kenig hişyarî da ku hîn çend demjimêr ji bo dengdanê mane û dibe ku hinek kom bixwazin derengiya êvarê dengê xwe bidin.
Metirsiya li ser partiyên biçûk
Bilindbûna rêjeya beşdariya dengdêran ji bo wan partiyên biçûk metirsiyek e ku ji bo ketina Knessetê pêşbaziyê dikin.
Lewra bi bilindbûna rêjeyê re metirsiya derbasnekirina benda hilbijartinê zêde dibe.
Ji bo derbaskirina benda hilbijartinan pêwîstiya partiyan bi wergirtina ji sedî 3,25ê dengan heye.
Dema rêjeya giştî ya beşdariyê zêde dibe hejmara giştî ya dengên pêwîst jî zêdetir dibe.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê ragihand ku di nav refên Hêzên Parastinê yên Îsraîlê de heta demjimêr 13:00an rêjeya beşdariya dengdêran gihîştiye ji sedî 48an.
Ev rêje li gorî hilbijartina sala 2022yan ku di heman demjimêrê de ji sedî 44,4 bû, bilindtir e.
Hilbijartineke çarenivîssaz
Îsraîlî di hilbijartinekê de deng didin ku wekî yek ji hilbijartinên herî çaernivîssaz a dîroka wî welatî tê qebûlkirin.
Di vê hilbijartinê de rêjeya giştî ya beşdariyê gihîştiye asta herî bilind a di zêdetirî çar dehsalên borî de.
Rapor diyar dikin ku 70 hezar welatî bi şêweyekî bêhempa ji derveyî welêt vegeriyane da ku dengê xwe bidin.
Rapirsî nîşan didin ku di navbera Serokwezîrê niha Benyamin Netanyahu û Sererkanê berê Gadi Eisenkot de pêşbaziyeke tund û mil bi mil heye.
Tevî vê yekê nayê çaverêkirin ku ti yek ji wan her du eniyên siyasî 61 kursiyên pêwîst ji bo bidestxistina piraniya parlamentoyê misoger bike.
Ev rewş jî îhtimala dirêjbûna milmilaniya siyasî an vegera li krîza hilbijartinan a salên 2019-2022yan zêde dike.
Netanyahu ji bo mana li ser desthilatê xwe dispêre hevalpeymaniyeke partiyên rastgirên tundrew û ortodoksên tundrew.
Wî xwe wekî yekane parêzvanê ewlehiya neteweyî nîşan daye, her çendî ji ber têkçûnên îstixbaratî yên têkildarî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn rastî rexneyên tund ên navxweyî hatiye.
Li hemberî vê yekê, Eisenkot serkêşiya Partiya Yaşar a nû û serokatiya "Eniya Guhertinê" dike.
Ev hevpeymanî ji çend aliyan pêk tê ku nakokiyên wan ên îdeolojîk ên kûr hene.
Lê belê ew berî her tiştî li ser armanca dûrxistina Netanyahu ya ji ber şêwaza birêvebirinê, prensîbên demokrasiyê û efûkirina xizmeta leşkerî ya ortodoksên tundrew li hev civiyane.
Tevî cudahiyên di siyaseta navxweyî de, her du namzedên sereke di mijara bidawîanîna şerê li Xezeyê yê ku didome de xwedî helwestên wekhev û tund in.
Encam dê kengî eşkere bibin?
Encamên destpêkê yên hilbijartina giştî ya Îsraîlê dê îşev demjimêr 22:00an bi dema herêmî (23:00 bi dema Hewlêrê) bi girtina sindoqan re bên ragihandin.
Wê demê kanalên sereke yên televîzyonê dê yekser encamên dengên ji sindoqan (Exit polls) belav bikin.
Encamên jimartina fermî ya dengan dê di nava şevê de qonax bi qonax bên ragihandin û heta sibeha roja çarşemê rewş dê zelaltir bibe.
Tevî vê yekê, encamên fermî yên dawî heta piştî nîvroya pêncşemê an roja înê amade nabin, çimkî karmendên hilbijartinê li navendan bi sed hezaran dengên "zerfên dualî" yên leşker û hêzên yedek dijmêrin.
Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog dê 4ê Çiriya Paşîn encamên fermî yên dawî wergire.
Ev gav dê bibe destpêka dan û standinên çend hefteyan ên ji bo avakirina hikûmeta nû ya hevpeymaniyê.



