Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Riyada paytexta Erebistana Siûdî, bi Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re civiya.
Serokkomariya Sûriyeyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hevdîtin li Koşka El-Yemameyê ya li Riyadê pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê di hevdîtinê de şandeyeke payebilind a hikûmeta Sûriyeyê amade bûye.
Di şandeyê de Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesre, Serokê Dezgeha Îstixbaratê Ebdulqadir Tehan, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Navxwe Basil Ebdulhenan û Wezîrê Darayiyê Mihemed Yusir Berniye cih digirt.
Serokkomariya Sûriyeyê da zanîn ku di civînê de pêwendiyên dualî, rêyên bipêşxistina wan û bihêzkirina hevkariya di navbera her du welatan de hatine gotûbêjkirin.
Her wiha her du aliyan li ser bipêşketinên herêmî û navneteweyî yên herî dawî û mijarên hevbeş nêrînên xwe parve kirine û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina aştî, ewlehî û aramiya li herêmê hatiye kirin.
10 peymanên hevkariyê
Li gorî medyaya Sûriyeyê, tê çaverêkirin ku di vê serdanê de di navbera her du aliyan de 10 peymanên hevkariyê yên cuda bên îmzekirin.
Beriya niha jî Ehmed Şer 6ê Çiriya Pêşîn bi amadebûna Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî, bi Mihemed bin Selman re hevdîtinek pêk anîbû.
Di wê hevdîtinê de her du aliyan pêwendiyên dualî yên di navbera Sûriye û Erebistana Siûdî de, rêyên bipêşxistina wan li gorî berjewendiyên hevpar, bipêşketinên dawî yên herêmê û çendîn mijarên girîng ên di berjewendiya ewlehî û aramiya herêmê de gotûbêj kiribûn.



