Hewlêr (Rûdaw) - Erhan Kayayê ku 31 sal bûn li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê girtî bû hat berdan.
Erhan Kaya sala 1995an li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê hatibû girtin.
Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayê dabû Erhan Kaya.
Kaya piştî girtîbûna 31 salan hat berdan.
Berdana wî hatibû bipaşxistin
Li gorî nûçeya MAyê, berdana Erhan Kaya ji aliyê Desteya Çavdêrî û Birêvebiriya Girtîgehê ve bi hincetên "kêfî" salekê hatibû bipaşxistin.
Parêzeran li Dadgeha Înfazê îtîraz kir û ev îtîraz hat qebûlkirin.
Piştre dozgeriyê li Dadgeha Cezayên Giran a Burdurê îtîraz kir lê ev îtîraz hat redkirin.
Bi vî awayî berdana Erhan Kaya teqez bû.
“Tu ne rojê, ne heyvê û ne jî asîmanan dibînî”
Ji bilî mirovên Erhan Kaya hinek rêvebirên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) û DEM Pasrtî ew pêşwazî kir.
Erhan Kaya li wê derê daxuyaniyeke kurt da û bal kişand ser şert û mercên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê û got:
"Kê ji vê girtîgehê re gotibe 'cureyê bîrê', tespîteke rast kiriye.
Çimkî tu ne rojê, ne heyvê û ne jî asîmanan dibînî. Tu di heman şert û mercên cezayê girtîgehê yê girankirî de dimînî."
Erhan Kaya piştî pêşwaziyê, bi malbata xwe re çû navçeya Mîlasê ya Muglayê ku ew lê dijîn.
Erhan Kaya kî ye?
Erhan Kaya sala 1995an li Erziromê hat girtin.
Ew li girtîgehên Erzirom, Tekîrdag û Qeyseriyê ma.
Herî dawî ew sewqî Girtîgeha Burdurê hatibû kirin û li vê derê berdana wî salekê hat astengkirin.
Erhan Kaya bi giştî 31 salan di girtîgehê de ma.



