Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka civanê (randevû) welatiyên ku dixwazin ji bo çûyîna welatên Ewropayê vîzeya Schengenê bistînin di rojevê de ye.
Gelek kesên ku dixwazin herin welatên Ewropayê di dîtina civanekî guncav de zehmetiyan dikişînin.
Dema ji bo welatên Ewropayê li ser sîstema serhêl (online) a civanê vîzeyan vedibe, ew pir caran ji aliyê “hesabên bot” ve tên standin.
Ji ber vê yekê jî civan dikevin "bazara reş" û ji aliyê hinek şirketên şêwirmendiyê ve bi bihayên di navbera 300 û 500 euroyî de tên firotin.
Ji bo rewşên lezgîn ev biha heta bi 1000 euroyî jî bilind dibe.
Ajokarên barhilgiran nikarin bixebitin
Ji ber destpêkirina serdema havînê, ji niha ve kesên ku dixwazin betlaneya xwe li derveyî Tirkiyeyê derbas bikin, li ber navendên serlêdana vîzeyê li benda dora xwe ne.
Lê ev kesên ku di rêzê de ne ne bişans in lewra ev demek e ku li Tirkiyeyê pirsgirêka dîtina civanê vîzeya Schengenê didome.
Ajokarê barhilgirê Mîthat Kuş ku ji bo serlêdana vîzeyê li Stenbolê ye, li ser vê pirsgirêkê ji Rûdawê re got:
“Em ji bo Ewropayê karê veguhastinê dikin. Ev du meh in em li benda civanê vîzeyê ne.
Lêçûn li ser şirketê ye, loma ez bihayê wê nizanim. Li şirketa me 40-45 wesayîtên giran hene, niha 15 ajokar ji ber pirsgirêka vîzeyê nikarin bixebitin.
Em ji Hatayê hatin Stenbolê da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Xapandin û sextekarî zêde bûye
Dema ji bo welatên Ewropayê li ser sîstema serhêl a civanê vîzeyan vedibe, ew yekser xelas dibin.
Şêwirmendê şirketa vîzeyê Savaş Taş bal kişand ser sextekariya di vê qadê de û anî zimên:
“Mixabin di karê vîzeyê de xapandin û sextekarî pir çêdibin. Anku pir zehmet e ku mirov şirketeke ku baş dixebite bibîne.
Ji xwe dîtina civan gelekî zor e. Niha gelek welat sîstema civanan girtiye an jî qet civan nadin.
Dema civan tê dîtin jî pir caran vîzeyê nadin. Lewra êdî standina vîzeyê pir bi pirsgirêk e. Helbet ev rewş karê me jî girantir dike.”
Xercên vîzeyê giran in
Xercê serlêdana vîzeya Schengenê 90 euro ye lê tevî bihayê belgeyên sîgortaya tenduristiyê, wêneyên biyometrîk û mesrefên din digihêje derdora 150-200 euroyî.
Dema kesek bi rêya şirketên şêwirmendiyê serî lê bide jî ev yek di navbera 250-450 euroyî de diguhere.
Bahara ku dixwaze serî li vîzeyê bide wiha axivî:
“Di nava çend salên dawî de mijara peydakirina civan pir zor bûye. Ez dê serî li Norwecê bidim lê ji bo welatên din serlêdan heta 5-6 mehan jî dirêj dibe.
Ez bi hêvî me ku di nava mehekê de bi erênî bersiva vîzeya min bidin lewra min berê serdana Yunanistan û Çekyayê kiribû.”
Tirkiye di serlêdanan de duyem e
Yekîtiya Ajansên Geştiyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) jî bertekê nîşanî vê rewşê dide û dixwaze ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê destwerdan (midaxele) were kirin.
Tirkiye piştî Çînê duyemîn welat e ku herî zêde serî li vîzeya Schengenê pide.
Sala 2025an nêzîkî milyonek û 270 hezar kesî ji Tirkiyeyê serî li vîzeya Schengenê ya Yekîtiya Ewropayê daye.
Li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê, sala par ji sedî 15ê serlêdanên Schengenê hatine redkirin.


