Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîn car li ser astê Iraq û Herêma Kurdistanê amêrê PET scan li Navenda Pizîşkî ya Medyayê hate danîn.
Receb Derwêş hemwelatiyê yekemîn bû, ku ji bo pişkînîn û peydakirina nexweşî û girêya penceşêra di laşê de çû nav amêra PET scan.
Receb Derwêş ev 4 meh in nexweş e û dibêje; “Dewsa ku em herin Ewropa û derveyî welat pişkînînên xwe bikin, niha amêr hatine Kurdistanê em dikarin li vir serdana pizîşkan bikin.”
Niha hemwelatiyên ku dixwazin bizanin ka di laşê wan de çi nexweşî hene, dikarin ji vê amêrê sûdê werbigrin.
PET scan pişkînîna bi wêne ye. Alîkariyê dide doxtoran ji bo destnîşankirina nexweşiyên weke penceşêr, dil, mejî û pirsgirêkên demar.
Di yekemîn roja destpêkirina karê PET scan de 8 nexxweşan serdana Navenda Pizîşkî ya Medyayê kir.
Li gorî amarên Wezareta Tendurustiyê, li Herêma Kurdistanê tenê 5 hezar nexweşên penceşêrê yên hatine tomarkirin hene.



