We diyare ku axaftina li ser nirxê petrolê tenê ne karê pisporên warê petrolê ye. Bilindbûna van rojên dawîn ên nirxên benzîn û solarê bandoreke zêde li xercên me yên rojane dikin, hevdem pêşbîniya bilindbûna nirxan bûye mijareke rojane.
Hinek pêşbînî dikin ku bilindbûna nirxên petrolê berdewam neke, bi taybetî piştî wê yekê ku sala borî bi rêjeya %30 bazda. Herwiha nêrîna şarezayan ew e ku bi tevê wê liv û libata berdewamî ya bikaranîna petrolê di cîhanê de, lê li hember de zêdebûneke wisa di asta berhemanînê de nabînin ku bikare di paşerojê de daxwaza bazaran pêşwazî bike. Ev yek jî di salên pêş de dibe gefek li ser nirxê petrolê.
Awir niha li ser wê yekê ne ku vekişana proseyên hilberîn û terxankirina budceya zêdetir ji bo kêlgehên petrolê bi armanca zêdekirina asta berhemanîn û pêşxistina kêlgehan, dibin sedema wê yekê ku derhînana petrolê kêm bike, ji ber vê jî nirxê petrolê zêde dibe.
Bêguman petrol xilas dibe, kompanyayên petrolê jî ji ber daketina berçav a nirxê petrolê ya ji 2014ê ve li jêr guvaşeke zêde de ne. Ji lewra jî xercên ji bo vekirina projeyên nû û lêgerîna li pey peyrolê de kêm bûye. Bi tevê wê yekê ku ji sala 2016ê ve nirxê petrolê bi awayeke berçav bilind dibe, ku ev yek jî sedema nîgeranbûna çavdêr û şirovekarên bazarên petrolê bûye û bi ziyana mezin a rasterast li ser çalakiyên baziranî û bikarhêneran encam bûye.
Niha jî ji bo pêşwazîkirina daxwazan, pêwîstiya pîşesaziya petrolê salane bi 33 milyar bermîl petrolê heye. Ev di demekê de ye ku welatên wek Hindistan û Çîn rêjeyeke zêdetir petrolê bikartînin. Ji lewra jî tê pêşbînîkirin berhemanîna petrolê 20 milyar bermîl were zêdekirin.
Li gorî zanyariyên kompanyaya Rystad Energy, bi tevê daketina pîşesaziya petrolê ku dibe sedema daketina asta berhemanînên wek çênekirina proseyan û hilbnekolîna bîrên nû, di sala 2016ê de %6.3 bûye û dala 2017ê jî de %5.7 bûye, bi tevahî di çar salên borî jî %3.9 bûye.
Şirvekar dibêjin, her kêmbûneke di derhînana petrolê de bandorê li nirxê petrolê dike ku dibe ku wek sala 2008ê nirxê her bermîlekê bike 150 dolar.
Tişta tê pêşbînîkirina ew e, weke wan salên borî ku kûrtihînan di berhemanîna petrolê de hebû û bibû sedema qeyranan, heman awayî hêdî hêdî di dawiya sala pêş de jî heman kurthînan derbikeve û ev jî bibe sedema wê yekê ku nirxê petrolê derbikeve ser 100 dolaran.
Bi tevê ku berhemhênerên bazara petrolê ji ber wê rêjeya niha dikeve bazaran nîgeran in, ji ber ku gihitşiye asta herî bilind, lê behsa wê yekê jî tê kirin ku yedegeke bêhejmar ê petrolê jî di bin erdî de ye. wek mînak hatiye selamdin ku 4 milyar bermîl yedegê petrola Kendava Meksîkayê heye. Lê pêwîstiya projeyên nû bi milyaran dolar û çendîn salan heye ku bikarin karê xwe pêşve bibin.
Her çiqas sala 2016ê ve kompanyaya BP ji bo li Kendava Meksîkayê de kar bike lempeya kesk vêxistiye jî lê pêşbînî nayê kirin bikare wê xerca 9 milyar dolarî heta sala 2021ê jî bide.
Divê em vê yekê jî jibîr nekin ku peywendiya lêçûna pîşesaziya petrolê bi taybetî ya projeyên nû û pişkinînan, bi guhertinên mezin ên nirxên petrolê ve têkildare. Piştî wê bilindbûna di sala 2014ê de hate jiyankirin, kompanyayên petrolê pir bi hişyarî nêzîkî xerciyên projeyan dibin.
Rêveberê Cîbicîkar ê kompanyaya Shell Ben Fard Berdin behsa wê yekê dike ku pêwîste zêdetir li ser rêya zêdekirina berhemanînê bimeşin daku bikarin li hember qeyraneke rasterast a kêmbûna derhênana petrolê bêxem bin.
Li gorî Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê, berhemanîna petrolê li kêlgehên kevin ên Venezûellayê 700 hezar bermîl kêm bûye, Angola jî di heyama 12 salên borî de gihiştiye asta herî nizim, petrola Meksîkayê jî daketiya 300 hezar bermîlan.
Li gorî datayên ajansê di salên 2015 û 2016ê berhemanîna petrolê bi rêjeya %25 daketiye. Her çiqas li gorî datayan di sala 2018ê bilindbûneke hêdî çêbûye lê dîsa jî nirxê petrolê %30 bilind bûye. Ji lewra dema xercên darayî kêm dibin bêguman ev yek bandorê li ser bilindkrina asta berhemanînê jî dike. Saziya Morgan Stanly pêşbînî dike kurtîhînana di berhemanîna pîşesaziyên petrolê de bibin sedema wê yekê ku petrola brent di destpêka sala 2020ê de bigihe 90 dolaran.
Lê pisporê mezin ê petrolê Pier Endurand pêşbînî dike îsal nirxê bermîleke petrola brent bigihe 100 dolaran û sala 2020ê jî bibe 150 dolar.
Niha bazarên petrolê neseqamgîr in û heta astekî de sernişûv û berjêr dibin. Hevdem di paşeroja vê berhema stratejîk de nediyariyek jî heye. Ji bilî kêmbûna berhemanînê, çendîn sedemên din jî li pişt vê wêneya nezelal in.
Biryar ew e, ku di ji Kanûna 2018ê ve Amerîka cezayên xwe yên li ser kerta petrola Îranê cîbicî bike. Ji lewra ji niha ve hinardeya petrola Îranê rojane 700 hezar bermîl kêm bûye û tê pêşbînî kirin di çariyeka dawiya îsal de hinardekirina petrolê bi awayeke berçav kêm bibe û herwiha tê çaverêkirin enerjiya depokirî ya welatan jî kêm bike.
Ev sedemên hindê ne ku nirxê petrolê bilind bibe. Lê şerê bazirganî ya di navbera Amerîka û Çînê de ku di meha Îlonê de dê bigihe 100 milyar dolaran û geşeya aboriya cîhanê jî bi rêjeya %0.5 daxe, sedema daketina daxwaza li ser petrolê ne, ku ev yek jî bandorê li ser daketina nirxê petrolê dikin.
Ji lewra, tê çaverêkirin heta dawiya sala 2018ê nirxê petrola brent bibe 73 dolar û ya xav a Teksasê jî 67 dolar. Ev yek giringiya pêşbîniyên Pier Endurand kêm nake, ji ber ku ew ji çarçoveyeke din ve li bazarên petrolê dinere.



