Hewlêr (Rûdaw) – Konferansa Navneteweyî ya ‘Medya, Siyaset û Demokrasî li Kurdistanê ber bi Têgihiştinekî Baştir ve’ bi serpereştiya YUNAMî û konsolxaneya Brîtanya di bin çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfernasê de gotarek pêşkêş kir û daxwaz kir “Azadiya xwe îfadekirinê di çarçoveya yasayê de be, nirxên giştî yên xelkê yên ku bingehên giring ên peymanên navneteweyî ne bên parastin.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Armanca azadiya xwe îfadekirina di çarçoveya yasayê de, nayê wateya sinordarkirina azadiyê, belkî rêxistina wê ye.”
Navbirî wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Bila hemû dezgehên ragihandinê (TV, rojname, govar, radyo û malper) wekî hevalekê biçin nav malan û hewl nedin navê ti alî û kesekê xirab bikin. Bila rast karên xwe encam bidin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji tevayî dezgehên ragihandinê kir û wiha got: “Min û kabîneya min bixin di bin pirsyarê de. Em ji ti rojnamevanekê re nabêjin, vê yekê bikin û vê nekin.”
Konferansa Navneteweyî ya ‘Medya, Siyaset û Demokrasî li Kurdistanê ber bi Têgihiştinekî Baştir ve’ bi armanca rêxistinkirin û jihevtêgihiştinekî baştir di navbera rojnamevan û siyasetvanan de li otela Rotana ya li Hewlêrê destpê kir. Biryare konferans du rojan bidomîne.
Wêne: Sîrwan Ezîz



