Heta vê kêliyê, qala dan û standineke muhtemel a di navbera Tehran û partiyên Kurd ên dijber de, ku bi înîsiyatîva aliyên Herêma Kurdistanê tê rojevê, bêhtir dişibe baloneke ezmûnê ya ji bo pîvandina berteka kolanê û aliyên siyasî, ne projeyeke amadekirî ku serî û binê wê diyar be.
Tiştê ku niha li qadê heye ji xweya diyalogê bêhtir, derxistina pêş a "pirsa diyalogê" ye ku ev jî hevdem e li gel domandina êrişên dronî yên Îranê yên li ser baregehên wan partiyan.
Tenê çend roj piştî ku Konsulê Îranê yê li Hewlêrê her cure dan û standinek li gel wan partiyan red kir, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir ku wî li gel Îranê qala îhtimala destpêkirina pêvajoyeke wekî ya di navbera Tirkiye û PKKyê de ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Çend roj şûnda jî Balyozê Îranê yê li Bexdayê tekez kir ku wan bi Îraqê re li ser derxistina wan partiyan peyman îmze kiriye!
Li pişt perdeya van nîqaşan çi dibe bila bibe, komek guherînên meydanî û stratejîk hene ku dikarin aliyan dehf bidin ku li ser bijardeya diyalogê bifikirin yan jî herî kêm qala wê bikin:
Rewşa navxwe ya Îranê û faktora Kurdan
Îran di vê qonaxê de di navbera "ne şer û ne aştî"yê de ye. Rewşa nearam a aborî û siyasî bûye sedem ku rayedarên Tehranê ji ber nerazîbûnên navxweyî dilgiran bibin.
Tehran rûbirûyî dorpêçeke tund a deryayî, esmanî û bejahî bûye. Di rewşeke wiha de her tevgereke siyasî ya dijberan yan jî pêleke nû ya nerazîbûnan rîskan çend qat zêdetir dike û rayedarên Îranê jî li hemberî vê xalê gelekî hesas in.
Ji destpêka şer ve, yek ji wan senaryoyên ku hevdem bi êrişên leşkerî re qala wan dihat kirin, gurkirina nerazîbûnên navxweyî û kaşkirina rewşê ya ber bi şerekî navxweyî ve bû. Ev texmîn li ser bingeha serhildana gel hatibû danîn.
Ji ber vê yekê jî Donald Trump di destpêka şer de gotibûm "Em dê operasyonekê bikin, piştre bila xelk bi xwe rabe ser pêyan û saziyan bixe bin kontrola xwe." Dihat çaverêkirin ku bajarên mezin û navendên Îranê, çi bi teşwîqa kurê şahê berê be, çi jî bi nerazîbûna elîta siyasî ya navxweyî be, bibin navenda xwenîşandanan.
Vê çaverêkirinê pişta xwe bi tecrûbeya xwenîşandanên dawiya sala 2025an û destpêka sala 2026an ve girêdabû. Li gorî amarên rêxistina ACLEDê, zêdetirî ji sedî 84ê xwenîşandanên wê demê li ser xeteke erdnîgarî ya li nîvê Îranê kom bibûn ku ji bakur ve heta başûr û peravên Kendavê dirêj dibû.
Lê berevajî pêşbîniyan, kurê şah nekarî ti derzê di nav pergala desthilatdariyê de çêbike, yan jî di dema şer de kolan bi qasî xwenîşandanên berê tevbigerin.
Lê di rewşa niha de Belûçistan bûye navenda sereke ya pevçûnên di navbera komên çekdar ên Belûç û dewletê de. Li gorî amarekê, ji dawiya adara îsal heta 10ê Çiriya Pêşîn, herî kêm 63 pevçûnên çekdarî li wê parêzgehê rû dane.
Di van demên dawiyê de ev pevçûn tundtir jî bûne, bi vî rengî ji destpêka sala 2026an heta 10ê Çiriya Pêşîn zêdetirî ji sedî 48ê tevahiya pevçûnên çekdarî yên li seranserê Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatine tomarkirin.
Her çend beşa sereke ya vê zêdebûnê xwedî kokeke kevn be jî, nabe em wê îhtimalê ji bîr bikin ku têkdana ewlehiya sînorên Îran û Pakistanê dibe ku beşek be ji projeyeke berfirehtir a ji bo têkbirina aboriya Tehranê.
Girîngiya sînorên bejahî ji bo Tehranê
Li gel cîranên xwe zêdetirî 5 hezar û 869 kîlometre sînorê bejahî yê Îranê heye. Piştî dorpêça deryayî, ev sînor ji bo ragirtina li ber guvaşên aborî yên Amerîkayê ji bo wê wekî pişikên henasedanê lê hatiye. Lê têkçûna ewlehiya ser sînoran vê derfetê jî dixe metirsiyê. Hemû sînorê 909 kîlometreyî yê di navbera Îran û Pakistanê de dikeve parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku niha çalakiya komên çekdar ên Belûç lê zêde bûye.
Li eniya rojava jî, her çend Bexda di bin guvaşa Washingtonê de çavdêriya li ser balafirgeh û deriyên sînor tundtir kiriye, lê xeteke sînorî ya hezar û 458 kîlometreyî di navbera her du welatan de heye ku 580 kîlometreyên wê dikeve Herêma Kurdistanê. Ev erdnîgarî ji bo aboriya niha ya Îranê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Ji ber zehmetiya erdnîgariyê, kontrolkirina tam a wan sînoran ne pêkan e û her tim derfeta xweveşartinê ji dorpêçan dimîne. Bi şertekî ku nebe meydana şerekî bejahî, nemaze şerekî nehevseng ê li gel partiyên Kurd.
Tevî ku îsal tenê ji sedî 4ê pevçûnên çekdarî yên Îranê li deverên Kurdan qewimîne lê Tehran naxwaze di vê kêliyê de ji bilî metirsiya li ser rêyên aborî, eniyeke nû ya şer jî li Kurdistanê veke û li gel êrişên Belûçistanê barê xwe yê ewlehiyê girantir bike.
Îhtimala serhildana nû ya şer û faktora Kurd
Di xwenîşandanên dawiya par û destpêka îsal de, berevajî serdemên berê, Kurd û Belûçan bi awayekî sînordar beşdarî kir. Bi vî rengî li Sîstan û Belûçistanê rêjeya xwenîşandanan tenê nêzîkî ji sedî 2yê tevahiya xwenîşandanên Îranê bû. Li herêmên Kurdan jî nêzîkî ji sedî 11 bû ku ji sedî 93yê wê rêjeyê li herêmên Kurdên Şîe hatibû tomarkirin.
Hevdem partiyên Kurd jî wekî ya ku dihat bangeşekirin neçûn nava vî şerî. Di rastiyê de heke daxwaza wan a beşdarbûnê hebe jî, amadekariyeke meydanî ya wisa li ber dest tune bû.
Wekî ku berê jî min di nivîsekê de amaje pê kiribû, ew kempeyna berfireh a medyayî ya ku qala îhtimala tevlîbûna Kurdan a di şer de dikir, zêdetir beşek bû ji taktîkeke mezin a "xapandina stratejîk", ne planeke pratîk. Tevî bangeşeyên li ser torên medyaya civakî, ti amadehî û rahênaneke leşkerî di wê astê de nedihat dîtin ku ji bo vekirina eniyeke nû ya şer pêwîst be.
Eger bi rastî li aliyekî biryara partiyan û li aliyê din jî ya Amerîka û Îsraîlê li ser vekirina eniyeke Kurd hebûya, ne Hewlêr û ne jî Bexda nedibûn kelem. Çawa ku hêzên Amerîkayê ji bo rizgarkirina pîlotekî xwe di nav kûrahiya bi sedan kîlometreyan a li nav axa Îranê de operasyoneke daxistina esmanî kir, yan jî li çolên Îraqê baregehên leşkerî yên demkî ava kirin, bi heman rengî derbaskirina çend sed şervanên Kurd a bo nav Îranê jî dê karekî hêsan bibûya.
Tevî vê yekê jî hevkêşe ji bo qonaxa paşerojê cuda ye. Vê carê Tehran ne piştrast e ku eger şer careke din dest pê bike dê sînorê planên Amerîka û Îsraîlê li ku bisekine. Ji ber ku ji bo Washington û Tel Evîvê hatiye îsbatkirin ku guherîna reftara siyasî yan rûxandina rejîma Îranê tenê bi êrişên esmanî nabe. Vê têgihiştinê guman û dilgiraniyên ewlehiyê yên Tehranê yên li hemberî partiyên Kurd kûrtir kirine.
Lewma bêalîbûna wan partiyan a di şerê borî de nebû mertal ku wan ji êrişên Îranê biparêze. Ji ber ku pirsgirêka Tehranê ne tenê ew e ka wan hêzan di pêşerojê de çi kiriye yan niha çi dikin, belkî di wê de ye ku ew dikarin di dema guherîna hevsengiyan de û di nav şerekî demdirêj de çi bikin.
Du rêyên li ber partiyên Rojhilat û pirsa Qendîlê
Di egera berdewamiya şer de, partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku hejmareke gelekî kêm ji wan diyaloga bi Îranê re red kiriye, ducare dikevin ser du rêyên zehmet:
Yan gihîştina bi têgihiştinekê li gel Tehran, Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo misogerkirina mana wan li hember rawestandina çalakiyên leşkerî, yan jî hilbijartina şer a mîna komên Belûç. Bê guman bijardeya duyem mana wan a li Herêma Kurdistanê zehmet dike. Ji ber vê yekê, liv û tevgerên niha yên Îranê wekî gaveke pêşwext xuya dikin da ku di paşerojê de rê li ber bijardeyên wan partiyan bigirin.
Ji sala 2023yan ve, sê xalên sereke rewşa mana partiyên Rojhilat a li Herêma Kurdistanê guhertiye:
- Peymana ewlehiyê ya Bexda û Tehranê ya ku dosyeya wan partiyan xiste nav çarçoveya berpirsyariyên fermî yên Îraqê.
- Şerên Îranê yên di salên 2025–2026an de ku lêçûna ewlehiyê ya mana wan li Herêma Kurdistanê girantir kir.
- Pêvajoya çekdanîna PKKyê ya ku pirsek li ser paşeroja wan deverên çiyayî ava kiriye ku bi dehsalan bû sitargeha wê partiyê.
Li vir "Qendîl" navenda rikeberiyê ye. Pirsiyar ew e ku heke PKK di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li gel Tirkiyeyê wan deveran vala bike, dê kî wê valahiyê tije bike? Îran hemû hewla xwe dide ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê venegerin wan çiyayan ku ji nîveka salên 90î ve ew der terikandine.
Dibe ku sira stratejiya duserî ya Tehranê ev be ku di heman demê de peyamên diyalogê dişîne û tiliya wê jî li ser tetika dronan e. Ev her du rêbaz her çend di rû de li dijî hev bin jî, di naveroka xwe de hev temam dikin û armanca wan ew e rê li ber derketina holê ya rewşeke nû bigirin ku destê wan partiyan ji bo çalakiya leşkerî vekirîtir bike.
Nêrînên cuda yên li ser diyalogê
Ji bo Îraqê, dosyeya van partiyan beşek e ji hevsengiyeke zehmet a di navbera Tehran û Washingtonê de. Bexdaya fermî hewl dide xwe ji perîşkên şerekî herêmî biparêze û axa wê nebe meydana yekalîkirina nakokiyan.
Arambûna pirsa partiyên Rojhilatê Kurdistanê hinceteke berdewam a guvaşên Tehranê yên li ser Bexda û Hewlêrê qut dike. Di heman demê de hikûmeta Îraqê neçar e van gavan bi rengekî bavêje ku zirarê nede têkiliyên xwe yên li gel Amerîkayê û hevsengiyên xwe yên navxweyî.
Ji bo Herêma Kurdistanê jî, piştgirîkirina ramana diyalogê gaveke xweparastinê ye, bi taybetî eger şer careke din dest pê bike. Ji aliyekî din ve dibe ku li pişt perdeya van hewlan rikeberiyeke veşartî ya di navbera PDK û YNKyê de hebe ku her yek ji wan dixwaze li ser asta herêmê wekî aktorekî sereke yê navbeynkariya di navbera dewletan û hêzên Kurdî de derkeve pêş.
Tirkiye jî di vê hevkêşeyê de ne çavdêreke bêalî ye. Enqere ditirse ku têkçûna rewşa ewlehiyê ya Îranê yan guherîna hesabên Tehranê, pêvajoya çekdanîna PKKyê têk bibe. Li gorî dîtina Tirkiyeyê, gihîştina rêxistineke nû ya li ser sînoran a têkildarî partiyên Rojhilatê Kurdistanê, dikare keşûhewayekî aramtir ji bo serxistina pêvajoya xwe ya bi PKKyê re dabîn bike.
Her çend hîn dan û standineke rasteqîn tune be jî, lê berjewendiyên cuda dihêlin ku her aliyek ji aliyê xwe ve pêşwaziyê li ramana gotûbêjeke wiha bike ku hîn bi kêmî ve bi fermî tune ye: Tehran ji ber metirsiyeke paşerojê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo mana xwe, Bexda ji bo kêmkirina guvaşên li ser milê xwe, Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehiya xwe û Enqere jî ji bo parastina rêça pêvajoya xwe ya bi PKKyê re.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)