کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Nêrîn

Demîrtaş, Gerrymandering û parlamento

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Behîce Ferîde Demîr
Behîce Ferîde Demîr

10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ji Philadelphiayê dersek ji bo Hewlêrê
Nêrîn05-11-2026

Ji Philadelphiayê dersek ji bo Hewlêrê

Rêbaz Elî
Rêbaz Elî
Jinên nivîskar ên Kurd dikarin çi sûdê ji jinên nivîskar ên cîhanê wergirin?
Nêrîn05-11-2026

Jinên nivîskar ên Kurd dikarin çi sûdê ji jinên nivîskar ên cîhanê wergirin?

Cano Şakir
Cano Şakir
Serkeftina Demokratan û bandora wê ya li ser karê Trump û bazarên cîhanî
Nêrîn04-11-2026

Serkeftina Demokratan û bandora wê ya li ser karê Trump û bazarên cîhanî

Omer Ehmed
Omer Ehmed

Çend roj berê Serokê Giştî yê partiya nijadperest a Tirkan Devlet Bahçelî, di daxuyaniyeke xwe de qala avakirina hinek bajarên nû kir. Ji dûr ve û ji bo navçeyên xwedî pirsgirêkên xizmetguzariyê ev tiştekî ne xerab e lê bi ya min di armanca Bahçeliyê de ji holêrakirina pirsgirêkan zêdetir hinek hesabên polîtîk hene. Lewra guhertina sînorên bajaran û lîstina bi dengên hilbijêran ne tiştekî nû ye û damezirînerê vî karî jî siyasetmedarê Amerîkayî Elbridge Gerrymander e.

Ev helwesta wî di lîteratura cîhanê de wekî “parvekirina stratejîk” tê binavkirin. Jixwe bi derfetên teknolojiya îroyîn ev lîstik bêhtir hêsan û cihêreng bûye. Lê derdê Bahçelî û hevkarên wî serkeftinên elektronîk jî nînin.

Armanca wan ew e ku ji sala 2015an ve li ser siyaset û şaredariyên bajarên Kurdan tundiya ku (aborî, exlaqî û psîkolojîk) tê bikaranîn hîn jî bidomînin û hêza Kurdan a ku li derdora dengdayînê û siyasetê kom dibe biçewisînin. Çimkî siyaseta Kurdan a li Bakurê Kurdistanê tevî hemû aloziyan ber bi têkoşîneke legal ve diçe û çek ji rojevê derdikevin.

Helbet dewlet sedema vê yekê dizane û wekî sala 2024an dixwaze dîsa navîgasyona pêşiya Kurdan tevlihev bike û wan di rêwîtiya siyasî de aciz bike. Paşeroja Îranê ne diyar e û di guhertina rejîmê de dê pêla yekîtiya neteweyî li Kurdistanê bilind bibe lê Tirkiyeyê ya ku li Rojavayê Kurdistanê kir, vê carê jî bi midaxeleyên entelektuelî û çandî dixwaze bîne serê Kurdan û wan bide aliyê xwe. Xelatdayîna Ehmedê Xanî, Şakiro û pêşbirka Mesamê ji vê niyetê dûr nayê xwendin.

Mixabin siyaseta me û ekabirên me li hemberî van midaxeleyan xwedî dijplanên teorîk û pêşniyardar nînin. Lewma jî hewcedariya taxa Kurdan bi lîder û ekîbeke sosyal demokrat û Kurdewar heye. Ji ber vê yekê çavên Kurdên Bakurê Kurdistanê li ser azadiya Demîrtaş in. Demîrtaş û nexwazên Demîrtaş qebûl nekin jî ew lîderê serdema neo-modern û gelek tiştên din e.

Bê guman Demîrtaş jî bi tevahî vê yekê nabîne yan jî nikare li xwe deyne. Lewma jî carinan şaşîtiyên mezin dike û hêviyên ji bo xwe dişkîne. Bi taybetî ji bo nifşê ku Demîrtaş bi xwe jî tê de mezin bûye, gotin û gotara “Paşnava min Tirkiye ye” bi qasî “Em dê te nekin serok” rêgezeke wêranker bû. Tew ji bo miletekî ku hîn cenazeyên wî li erdê ne, daxuyaniyên wiha hewceyî rexneyê ne.

Lê şert û mercên cîhanê tên guhertin û lazim e em cîhana nû fêm bikin û ji hêrs û nexwaziya hev dûr bisekinin. Mixabin lîder û siyaseta me vê rastiyê hîn jî piştguh dikin û li gorî pîvanên Rojhilata Navîn a 50 sal berê li me û xwe dinêrin.

Nabînin ku milet ji navendên partiyan zêdetir demokrasiyê dinase û dibîne. Heta siyaseta me ji dewletên herêmê zêdetir kevneperestiya herêmê cidî digire û li ber çavan mezin dike. Ev pêşqebûlî hem daxwazên milet hem jî giraniya lîderan kêm dike û rola wan hildiweşîne.

Rewşenbîrê gorbihişt Mûsa Anter 38 sal berê li ser siyasetmedarên Tirkan di gotara xwe ya “Bêhtir tedbîrên bibandor” de gotineke Arnold Toynbee dubare dike: “Ji bo miletekî karesata herî giran tunebûna mêran e.”

Bê guman qesta Toynbee û Anter kêmbûna lîderan e. Mixabin krîza li Bakurê Kurdistanê têra me nedikir, li Başûrê Kurdistanê jî vekirina parlamentoyê bû sedema aloziyan. Helbet ecêb e mirov qala vîna milet bike û paşê jî ji vekirina parlamentoyê bireve. Ji ber vê yekê jî moralê milet her diçe kêm dibe û hêrsa wî zêde dibe.

Bê guman hemû navend û paytextên cîhanê bi xwenîşandanan dihejin, partî û saziyên heyî li pey çareseriyan in. Ne mimkun e Kurdistan jî ji vê yekê azad be. Lê li welatên din destûr, sazî, otorîteya dewletê û yekbûna ewlehiyê, yanî cidiyeta dewletê heye.

Mixabin di partiyên me yên ji nîv sedsalê kevntir de hîn çanda demokrasî û wekheviyê rûneniştiye, birakujî çûbe jî dijberiyeke konformîst cihê wê girtiye. Birêvebirên me li ser dijberiya hev xwe diwestînin, dijminên hemû partiyên me jî wekî Gerrymanderingên modern û pişaftî dafikên xwe bi kar tînin.

Hêvî dikim Başûrê Kurdistanê bi awayekî dê ji vê dubendiya siyasî xilas bibe lê Bakurê Kurdistanê xwedî vî şansî jî nîne, lewma jî azadiya Demîrtaş dikare rê li ber dirêjkirin û mijûlkirina pêvajoya heyî bigire.

Ev ne tenê ji bo dînamîkên nav me, ji bo yên derveyî jî dê bêhna me bîne ber me. Bi gotina Cemal Nebez êdî dewra “lîderên klasîk” gihîştiye sînorên xwe û lazim e dika siyasî vala nemîne. Ji bo vê yekê jî kesayetiyên binyadger û sûdexwaz ji miletê me re lazim in.

Bi ya min miletê me fena berê guh nade gef û beredayiyên îdeolojîk û tenê ramanên rasyonel û mafên wekî her kesî dixwaze. Lewra di şikestina Rojavayê Kurdistanê de me dît û îro em di nevekirin û vekirina parlamentoyê de dibînin ku miletê me rexneya xwe dike lê berjewendiyên neteweyî jî di ser her kesî re digire û dixwaze partî û lîder xetereyên xwe bibînin.

Li Bakurê Kurdistanê siyaseteke serbixwe bikeve dewrê, dê Kurd xwe zû kom bikin û yekîtiyeke modern û ji hevdû re rêzdar bikeve rojevê. Lewma jî Kurdistan ne malê partiyan e û Kurdbûn li gorî aliyekî nayê pênasekirin û nayê tehdîtkirin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Nûçeyên Têkildar

Ji Philadelphiayê dersek ji bo Hewlêrê
Nêrîn05-11-2026

Ji Philadelphiayê dersek ji bo Hewlêrê

Rêbaz Elî
Rêbaz Elî
Jinên nivîskar ên Kurd dikarin çi sûdê ji jinên nivîskar ên cîhanê wergirin?
Nêrîn05-11-2026

Jinên nivîskar ên Kurd dikarin çi sûdê ji jinên nivîskar ên cîhanê wergirin?

Cano Şakir
Cano Şakir
Serkeftina Demokratan û bandora wê ya li ser karê Trump û bazarên cîhanî
Nêrîn04-11-2026

Serkeftina Demokratan û bandora wê ya li ser karê Trump û bazarên cîhanî

Omer Ehmed
Omer Ehmed
Pirsên