Hewlêr (Rûdaw) - Îran û Zelandaya Nû di maça Koma Gyê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an 2-2 wekhev man.
70 hezar û 108 kesan li maça li Stadyuma Los Angelesê temaşe kir.
Her çi qasî Îranê bi bandor dest pê kiribe jî Zelandaya Nû di pozîsyona yekem de gol dît.
Xuleka 7an bi pasa Singh di nav qada ceza de Wood gihîşt gogê û pas da Justê ku ber bi qeleyê ve diçû.
Wî lîstikvanî ji mesafeyeke nêzîk li gogê xist û tor hejandin û encam bû 0-1.
Îran xuleka 22yan gelekî nêzîkî golê bû lê gola wekheviyê xuleka 32yan dît.
Rezaeian ji milê rastê bi tundî li gogê xist û gog ji quncikê ve çû nav toran û encam bû 1-1.
Nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû û nîvê duyem bi têkoşîneke hevseng dest pê kir
Zelandaya Nû xuleka 54an gola xwe ya duyem dît.
Just di nav qadê de pas da Wood û gog dîsa stand û ji milê rastê ve ket nav qada ceza û bi şûteke baş gog şand toran û encam bû 1-2.
Mohebi encama maçê diyar kir
Îran xuleka 64an careke din gihîşt wekheviyê.
Di êrişa milê rastê de Rezaeian gog ji Mohebiyê ku diçû nav qada ceza re şand.
Mohebi di nav parastinê de bi serê xwe li gogê xist.
Gog li stûnê qeleyê û tor hejandin û encam bû 2-2.
Di xulekên mayî de gol nehatin tomarkirin û maç 2-2 wekhev qediya.




