Amed (Rûdaw) - Akademiya Futbolê ya Amedsporê li 17 bajarên Bakurê Kurdistanê ji nav nêzîkî 10 hezar ciwanan 49 lîstikvan hilbijartin û ew anîn Amedê.
Lîstikvanên ciwan dê 5 rojan di kampa rahênanê de bimînin.
Li kampê tîmên teknîkî yên Amedsporê dê bi hûrgilî li lîstikvanan temaşe bikin.
Dê beşek ji wan lîstikvanan ji bo binesaziya tîma kesk û sor werin hilbijartin û ew dê di binesaziya Amedsporê de dest bi kariyera xwe ya futbolê bikin.
Rahênana yekem li Tesîsên Şeyhmus Ozer pêk hat
49 lîstikvanên ciwan ên ku ji 17 bajaran ji bo binesaziya tîma kesk û sor hatibûn hilbijartin, li Tesîsên Şeyhmus Ozer rahênana xwe ya yekem kir.
Rahênana lîstikvanan di bin çavdêriya Kordînatorê Binesaziyê yê Amedsporê Sertaç Kuçukbayrak û rahênerên beşên cuda yên klubê de hat kirin.
Kordînatorê Binesaziyê yê Amedsporê Sertaç Kuçukbayrak li ser xebatên wan got:
"Em li Almanyayê li Denîz Undavê ku ji Wêranşara Rihayê ye temaşe dikin.
Wekî Denîz gelek ciwanên me yên jêhatî hene lê dema ku em xwe nagihînin wan, ew winda dibin û diçin.
Divê em xwe bigihînin wan. Jixwe mîsyoneke wiha ya Amedsporê heye.
Divê Amedspor biçe li gundekî Farqînê jî xwe bigihîne zarokekî serkeftî.
Li herêma me li kû derê zarokekî serkeftî hebe divê em wî bibînin."
Xebatên fîzîkî û civakî bi hev re tên kirin
Di heyama 5 rojan a kampê de li gel bipêşketina fîzîkî, teknîkî û taktîkî ya lîstikvanan dê li ser bipêşketina wan a civakî û takekesî jî xebat werin kirin.
Rahênerê Binesaziyê yê Amedsporê Rojhat Kaplan jî wiha axivî:
"Çima ji Cizîrê, ji Amedê, ji Colemêrgê û ji Dêrsimê zarokên me jî wekî Messî, Ronaldînho û Ronaldo li asta cîhanê bi ser nekevin û me nedin naskirin? Wekî ku Denîz Undav niha bi ser ketiye."
Lîstikvanên ku temenê wan di navbera 14 û 17 saliyê de ye ji bo bikevin çavên rahêneran, bi kelecan û bi xeyalên mezin ên ji bo paşerojê hunera xwe nîşan da.
Lîstikvanên ciwan behsa hestên xwe kir
Lîstikvan Aras Noyan got, "Ez ji Colemêrgê hatim. Amedspor klubeke gelekî mezin e.
Ez dixwazim ji bo tîma mezin a Amedsporê werim hilbijartin û karên gelekî baş bikim.
Ez dixwazim bi wî awayî herim tîmên gelekî mezin.
Ez dixwazim di Lîga Şampiyonan de jî bilîzim."
Lîstikvan Hesen Kuzu armanca xwe wiha bi lêv kir:
"Ez ji Mêrdînê hatime û navê min Hesen Kuzu ye.
Armanca min ew e ku ez bikevim binesaziya Amedsporê.
Ez gelekî kêfxweş im lewra Amedspor tîmeke gelekî mezin e."
Lîstikvan Şîmal Bulun jî xeyala xwe wiha anî zimên:
"Ez ji Nisêbîna Mêrdînê hatime û navê min Şîmal Bulun e.
Xeyala min Amedspor bû, ew jî pêk hat. Înşelah em dê bi ser bikevin."
Amedspora ku li aliyekî amadekariya Lîga Super dike, li aliyê din jî girîngiyeke mezin dide binesaziya tîmê da ku stêrkên nû bigihîne stadyumên cîhanê.



