Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvanê Kurd ê ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Recep Arslan, di Maratona Dresdenê ya Almanyayê de bû yekem.
Arslan maratona ku 42 kîlometre û 195 metre bû, di 2 demjimêr, 21 xulek û 15 çirkeyan de temam kir û pileya yekem bi dest xist.
Îsal sê serkeftinên mezin
Recep Arslan ji bo tîma werzişê ya MTV 1846 Gießenê ya Almanyayê dibeze.
Pêşbirka 26an a Maratona Dresdenê 25ê Çiriya Pêşîn a 2026an hat lidarxistin.
Arslan bi vê serkeftina xwe careke din jêhatîbûn û dîsîplîna xwe nîşan da.
Werzişvanê Kurd îsal di Nîv-Maratona Hannoverê û Maratona Bonnê de jî bûbû yekem.
Bi serkeftina li Dresdenê re, wî zincîreya serkeftinên xwe yên îsal bi rengekî serkeftî domand.
Birayê wî jî li Îngilistanê şampiyon e
Serkeftineke din a vê malbatê jî balê dikişîne. Birayê Recep Arslan, Cumalî Arslan jî li cîhanê werzişvanekî serkeftî ye.
Cumalî Arslan li Îngilistanê di pêşbirkên navneteweyî yên atletîzmê de serkeftinên mezin bi dest xistine.
Her du bira li welatên cuda bi kariyera xwe ya werzişê deng vedidin.
Cumalî Arslan di navbera 3-5ê Tîrmeha 2026an de li bajarê Bedfordê yê Îngilistanê beşdarî Şampiyoniya Neteweyî ya Pîst û Qadê ya Îngilistanê bû.
Ew li ser navê tîma Leeds City ACyê beşdarî pêşbirkê bû û di kategoriya meşa 3 hezar metreyî ya mêran de bû yekem.
Bi vê encamê re, wî Kupaya Şampiyoniya Îngilistanê ya 2026an bi dest xist ku ev yekem kupaya wî ya şampiyoniya neteweyî ye li Brîtanyayê.
Cumalî Arslan berê jî li Îngilistanê di meşa 10 kîlometreyî û pêşbirka 21 kîlometreyî de pileya duyem bi dest xistibû.




