Hewlêr (Rûdaw) - 69 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser biryara betalkirina kongreyên Partiya Gel a Komarî (CHP) daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daraz nikare bikeve şûna desteyên hilbijartinê.
Baroyan di daxuyaniyê de bal kişand ser bingeha yasayî ya kongreyên partiyan û got:
"Li gorî Destûr û Yasaya Partiyên Siyasî, desthilata dayîna biryarê ya li ser kongreyên partiyan tenê di destê desteyên hilbijartinê û Desteya Bilind a Hilbijartinan de ye.
Biryarên dadgehên asayî yên ku encamên hilbijartinê yên misoger ji holê radikin, bi awayekî eşkere li dijî hiqûqê ne."
Baroyan diyar kir ku bikaranîna darazê ya wekî amûrekê ji bo dîzaynkirina hevrikiyeke siyasî, baweriya civakê ya bi edaletê kêm dike û zererê dide aştiya civakî.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Dîzaynkirina hevrikiya siyasî ya bi destê darazê, pergala demokratîk ji kar dixe û zerereke mezin dide dewleta hiqûqê."
"Destwerdana bi destê darazê nayê qebûlkirin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar ne tenê pirseke hiqûqî ya teknîkî ya li ser kar û barên navxwe yên partiyeke siyasî ye û hat gotin:
"Destwerdana bi destê darazê ya li nîzama destûrî ya demokratîk û vîna gel nayê qebûlkirin."
Baroyan da zanîn ku li gorî madeya 68an a Destûra Tirkiyeyê partiyên siyasî hêmanên jêveneger ên jiyana demokratîk in.
Hat destnîşankirin ku vekirina nîqaşê ya li ser vîna kongreyê ya ku ji aliyê desteyên hilbijartinê ve hatiye pesendkirin, piştî bi salan bi rêya darazê, "mafê hilbijartin û hilbijirînê" û "rewatiya demokratîk" birîndar dike.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:
"Nîqaşkirina pêvajoyên demokratîk û hilbijartinan a bi destwerdanên darazê yên piştî bi salan; ne tenê partiyeke siyasî, metirsiyeke cidî çêdike ku dikare bandorê li tevahiya jiyana demokratîk a piralî û nîzama destûrî bike."
"Erkê darazê ne dîzaynkirina siyasetê ye"
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku desthilata birêvebirin û kontrolkirina hilbijartinan li gorî destûrê di destê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) de ye û destwerdana daraza asayî ya di vê qadê de dabeşkirina erkan a di navbera saziyan de xera dike.
Baroyan destnîşan kir ku divê dadgeh dema biryarên ku dikarin bandorê li hevrikiya siyasî bikin didin, bi hesasiyeteke destûrî ya gelekî bilindtir tevbigerin.
69 baroyên ku baroyên herî mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Enqere, Stenbol, Îzmîr, Amed, Edene, Colemêrg, Wan û Mêrsînê jî di nav de ne ragihand ku ew dê li dijî bikaranîna darazê wekî amûreke dîzaynkirina qada siyasî, di çarçoveya hiqûqê de têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi tekeziya "Em dê parastina serweriya hiqûqê, jiyana siyasî ya demokratîk û rewatiya vîna gel bidomînin" bi dawî bû.
Baroyên Bakurê Kurdistanê
Baroyên Bakurê Kurdistanê yên ku îmze avêtine bin daxuyaniyê ev in:
Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlîgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Amedê, Baroya Dêrsimê, Baroya Colemêrgê, Baroya Îdirê, Baroya Qersê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.
