Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Ozelê ku ji serokatiya CHPyê
hat dûrxistin û Kemal Kiliçdarogluyê derbasî şûna wî bû bi telefonê axivîn.
Di hevdîtinê de Ozgur Ozel daxwaza kongreyê kir.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Kemal Kiliçdaroglu, Atakan Sonmez
eşkere kir ku Kiliçdaroglu niyeta xwe ya ji bo birina partiyê ya ber bi
kongreyê ve bi Ozel re parve kiriye.
Kiliçdaroglu da zanîn ku ew dixwaze di "dema herî guncav"
de kongreyê li dar bixe lê Ozel tekezî li ser wê yekê kir ku divê kongre di
demeke kurt de were kirin.
Li gorî agahiyên ku ji Navenda Giştî ya CHPyê hatine
wergirtin, Ozel anî ziman ku piştî biryara dadgehê di nav endamên partiyê û
welatiyan de hêrseke mezin heye.
Ozel destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê biryara kongreya
awarte were standin û diyar kir ku hemû partiyên siyasî, sendîka, jûrên pîşeyî,
saziyên civakî û baro vê biryarê wekî neyasayî dibînin û got, "Ev daxwaza
endamên partiyê û gel e, ez di vê mijarê de tawîzan nadim."
Nakokiya li ser demê
Kiliçdaroglu li ser daxwaza Ozel anî ziman ku niyeta wî heye
ku di dema herî guncav de partiyê bibe kongreyê lê belê Ozel destnîşan kir ku
dema herî guncav, "dema herî nêzîk" e.
Atakan Sonmezê ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve wekî Şêwirmendê Ragihandinê
hatibû tayînkirin, li ber ofîsa Kiliçdaroglu daxuyaniyek da.
Kiliçdaroglu bi kê re dicive?
Sonmez eşkere kir ku Kiliçdaroglu niha bi parlamenterên CHPyê,
şaredar, endamên meclisa partiyê û serokên parêzgeh û navçeyan re dicive.
Sonmez ragihand ku ti hevdîtinên plankirî yên Kiliçdaroglu
bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re
nînin.
Sonmez li ser hevdîtina Ozel û Kiliçdaroglu ev agahî dan:
"Doh her du aliyan telefonî hev kiribû lê ji ber qerebalixiyê
hevdîtin pêk nehatibû.
Berî demekê ev hevdîtin çêbû.
Kiliçdaroglu niyeta xwe ya ji bo birina partiyê ya kongreyê bi
Ozel re parve kir.
Ozel jî anî ziman ku ew dê vê mijarê bi hevalên xwe re
binirxîne û pişt re bersivekê bide Kiliçdaroglu."
