Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Danoneyê ku li Amerîkayê xwediyê marqeya mast a Dannonê ye, li hemberî hevrikê xwe Chobaniyê doz vekir.
Li gorî nûçeya Reutersê, Danoneyê daxwaznameya giliyê xwe pêşkêşî Dadgeha Federal a Manhattanê kir.
Di daxwaznameyê de hat îdiakirin ku şirketa Chobaniyê ya karsazê Kurd Hamdî Ulukaya bi agahiyên li ser etîketên mastê "Chobani 20G Protein" kiriyaran dixapîne.
Danone rexne li stratejiya Chobaniyê girt
Danoneyê diyar kir ku ev berhema Chobaniyê rasterast hevrikê marqeya wan a bi navê Oikos Pro ye.
Bi gotina Danoneyê, Oikos Pro di her porsiyona standard a 5,3 onsî de 20 gram proteîn dihewîne.
Şirketa Danoneyê da zanîn ku hilberîna berhemên şîr ên xwedî proteîna zêde "zehmet û biha ye".
Wê îdia kir ku Chobaniyê bêyî ku rêjeya mast zêde bike, tenê pîvana porsiyonê mezin kiriye.
Di hevrikiya mast de nîqaşa "ultra proteînê"
Li gorî daxwaznameya giliyê, eger Chobaniyê li gorî rêzikên pîvana porsiyonan ên Birêvebiriya Xwarin û Dermanan a Amerîkayê (FDA) tevgeriyabûya, dê di her porsiyona berhemê de kêmtirî 18 gram proteîn hebûya.
Danoneyê diyar kir ku ji ber vê sedemê "Chobani 20G Protein" ne vebijarkeke xwedî proteîna ultra zêde ye.
Wê got ku ev berhem bêtir dişibe Oikos Triple Zero ya xwedî bihayê erzan ku di her porsiyonê de 15 heta 18 gram proteîn dihewîne.
Di gilînameya Danoneyê de wiha hat gotin:
"Eger kiriyaran rastiyê bizanibûna, dê li şûna berhema Chobaniyê, ji bo vebijarka proteîna ultra zêde Oikos Pro an jî ji bo bihayê baştir Oikos Triple Zero hilbijartibûna."
Danoneyê di dozê de daxwaza qerebûkirina zererê û guhertina etîketan kir.



