Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku dezgehên wan ên îstîxbaratê çavdêriya malperên înternetê û torên civakî dikin ku dixwazin xwenîşandana "GenZ regelt" a 31ê Çiriya Pêşîn ji bo encamdan û belavkirina tund û tûjiyê bi kar bînin.
Wezaretê destnîşan kir ku Polîsa Federal amade ye da ku rê li ber rûdana tund û tûjî û wêrankariyên wekî yên li Fransayê bigire.
Li gorî malpera rêxistina "GenZ regelt", heta niha nêzîkî 50 hezar kesî ji 23 bajaran, ji bo xwenîşandana parastina keş û hewayê û li dijî leşkeriya bi darê zorê navê xwe tomar kiriye.
Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê 23ê Çiriya Pêşîn, derbarê metirsiya derketina tund û tûjiyan a mîna yên li Fransayê, ji Rûdawê re axivî.
Derbarê wê yekê ka Almanya amade ye ku xwe li ber wêranî û tundûtûjiya di xwenîşandanên mîna yên li Fransa û Milano ya Îtalyayê bigire yan na, wî berdevkî got ku saziyên ewlehiyê yên federal û herêmî bi hemahengî li gel Navenda Hevbeş a Têkoşîna li dijî Tundî û Terorîzmê (GETZ) çavdêriya geşedanan dikin.
Wezareta Karên Navxwe her wiha diyar kir:
“Polîsê Federal dê 31ê Çiriya Pêşîn piştgiriyê bide polîsên herêmî, di nav vê piştgiriyê de Yekîneya Parastina Belgeyan û Desteserkirinê (BFE) jî dê amade be.
Kesên ku bi mebesta tevlîbûna çalakiyên tund û tûjiyê ber bi Almanyayê ve werin, dê hîn li ser sînor ji aliyê Polîsê Federal ve bêne vegerandin.”
Wî berdevkî diyar kir ku divê xwenîşandanên aştiyane yên xwendakaran û çalakiyên komên tundrew ji hev bên cudakirin.
'GenZ regelt' banga ciwanan dike
Destpêşxeriya "GenZ regelt" (nifşê Z dê bi rê ve bibe) li ser malpera xwe ya fermî bang li ciwanan dike ku roja 31ê Çiriya Pêşîn ji bo daxwazkirina mafên perwerde, tenduristî, parastina keş û hewayê û her wiha li dijî leşkeriya bi darê zorê dakevin qadan.
Li gorî malpera wan, heta niha 49 hezar û 718 kes ji 23 bajarên çar aliyê Almanyayê hatine tomarkirin ku piraniya wan li bajarên wekî Köln, Frankfurt am Main û Berlînê ne.
Polîs: Em dê bi tundî bersiva her tund û tûjiyekê bidin
Serokê Desteya Polîsê Federal Andreas Roßkopf roja 22ê Çiriya Pêşîn ji rojnameya Rheinische Post re hişyarî da ku dibe kesên radîkal û tundrew tevlî xwenîşandanê bibin û wiha lê zêde kir:
“Hêzên polîsên herêmî û her wiha yên federal dê bi awayekî berfireh û biryardar li dijî vê yekê rawestin.”
Serokê Sendîkaya Polîsan a li Berlînê Stephan Weh jî hişyarî da û got:
“Pêwîst e em pir hişyar bin da ku hêzên radîkal vê xwenîşandana demokratîk ji bo berjewendiyên xwe bi kar neyînin û mîna li Fransayê xeyalên xwe yên tund û tûjiyê pêk neyînin.
Divê ew nekaribin azadiya civînê xirab bikin û li dijî hêzên polîsan tev bigerin.”



